Li ser sînorê Serêkaniyê liv û tevgera leşkerî

Piştî ku Serokkomarê Tirk R. Tayyîp Erdogan gefa dagirkirinê xwar, li ser sînorê Serêkaniyê liv û tevgera leşkerî dest pê kir.

Piştî ku Serokkomarê Tirk Erdogan doh bi daxuyaniyekê gefa dagirkirina rojhilatê Firatê xwar, li sînorê Serêkaniyê liv û tevgera leşkerî dest pê kir.

Çavkaniyên herêmî ragihand, artêşa Tirk a dagirker ji doh danê sibehê ve sewqiyata leşkerî û maşînên zirxî li herêma Elok û Til Xelef heta Nestelê kiriye.

Çavkaniyan gotin, car carna dengê çekan ji herêmê tê û li herêmê balafirên keşfê difirin.