Li ser erdnîgariyeke biçûk, şoreşeke gerdûnî: Rojava-II
Em cihê herî kevin ê niştecihbûnê ya Herêma Xweser a Rojavayê Amûdê, hêlîna kesên ji cihên xwe hatine kirin Hesekê, Dirbêsiyê û Serêkaniyê ya di bin dagirkeriya Tirkiyeyê de nas bikin.
Em cihê herî kevin ê niştecihbûnê ya Herêma Xweser a Rojavayê Amûdê, hêlîna kesên ji cihên xwe hatine kirin Hesekê, Dirbêsiyê û Serêkaniyê ya di bin dagirkeriya Tirkiyeyê de nas bikin.
Di beşa duyemîn a dosyaya xwe de, em ê qala bajarê Hesekê ku bi sed hezaran koçber lê dijîn, Amûdê ku cihê herî kevin ê niştecihbûnê ya herêmê ye, Dirbêsiyê ku deriyê derbasbûnê ya di navbera çiyayên Kurdistanê de ye û Serêkaniyê ku ji Cotmeha 2019’an ve di bin dagirkeriya Tirkiyeyê de ye, bikin.
HÊLÎNA KOÇBERAN: HESEKÊ
Bajarê Hesekê ku weke hêlîna koçberan jî tê binavkirin, tam li navenda Rojava cih digire. Ev bajêr guzergeha derbasbûnê ya kantonên Cizîr û Firatê ye û milyonek nifûsa wê heye. Kurd, Ereb, Suryanî, Ermenî, Asûrî û Çeçen li bajêr dijîn. Hesekê bajarê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê yê ye ku herî zêde koçber lê ne.
Li derdora Çiyayê Kizwan ku bakurê bajarê dorpêç dike, cihên niştecihiyê yên ayîdî dema Akad, Asûr û Babîlan heye. Ji ber ku Çemê Xabûrê di navenda bajêr de derbas dibe, demek dirêj sewalvanî û çandinî çavkandiya debarê bû. Niha ji ber ku dewleta Tirk av qut kiriye, karê sewalvanî û çandiniyê paş ketiye. Li piraniya bajêr Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ewlekariyê dikin û nuqteyên kontrolê yên ayîdê hêzên Suryanî û Asûriyan jî hene. Di beşa sûkê ya bajêr de jî, hêzên hikûmeta Şamê cih digirin. Di heman demê de girtîgehên ku 10 hezar DAÎŞ’î lê tên ragirtin, hene. Li kampa li navçeya Holê ya Hesekê jî, zêdeyî 60 hezar malbatên DAÎŞ’î hene.
CIHÊ NIŞTECIHBÛNÊ YÊ HERÎ KEVIN A ROJAVA: AMÛDÊ
Navçeya Amûdê ku di navbera rojavayê Qamişlo û bajarên Dirbêsiyê de ye, bi navê xwe yê Kanî Dara jî tê zanîn. Navê wê yê di dema Asûriyan de jî Til Amada ye. Navê Amûdê di Kurdî ji peyva “amade” tê; di şerên wê demê çêbûne de bi meqseda “girê ku yekîneyên leşkerî lê amade ne” hatiye gotin. Amdûdê yek ji cihên herî kevin ê niştecihbûnê ya Rojavayê Kurdistanê ye. Piranî Kurd li Amûdê dijîn û di hejmarekî pir kêm de Ereb û Ermenî hene. Li sînorê navçeyê gelek girên dîrokî yên mîna Til Mozan û Til Hîttînê hene. Bajar weke rêya bazirganiyê jî tê bikaranîn.
DIRBESIYA BINXETÊ
Navê bajarê li hemberî navçeya Qoser a Mêrdînê, “cihê derbasbûnê” ye. Ji bajarê ku guzergeha derbasbûnê ya di navbera Mêrdîn û Qerejdaxê re ye Dirbêsiyê Binxetê tê gotin, ji navçeya Qoserê re jî Dirbêsiyê Serxetê tê gotin. Bajêr bi rêya hesin dibe du beş. Weke navenda çandiniyê jî tê zanîn. Kurd, Ereb, Suryanî û Ermenî lê dijîn.
TIL TEMIR
Til Temir yan jî bi navê wê yê Kurdî Girê Xurma ji aliyê Kurd û Asûriyên ku di navbera salên 1933-1935’an de ji komkujiya Simeleyê rizgar bûne ve, hatiye avakirin. Girê Xurma dikeve 40 km bakurê Hesekê. Li navçeya ku li ser Çemê Xaburê ye, ji xeynî Kurd û Ereban, Asûrî û Suryanî jî ku ji komkujiya 1915’an reviyane, lê dijîn. Ewlehiya navçeya ku girêdayî Kantona Hesekê ye, ji aliyê Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û hêzên Suryanî û Asûriyan ve tê pêkanîn. Ji Cotmeha 2019’an ve ku Serêkaniyê ji aliyê dewleta Tirk ve hat dagirkirin, navê wê timî bi bomberdûman û şeran tê rojevê.
SERÊKANIYÊ
Yek ji bajarên din ên girîng ê Kantona Cizîrê, Serêkaniyê ye. Girê Til Xelef ku yek ji cihên destpêkê yê niştecihbûnê ya mirovahiyê ye, li bajêr e. Hetanî beriya Cotmeha 2019’an Kurd, Ereb, Ermenî, Suryanî, Asûrî, Tirkmen, Çerkes û Çeçen di nava yekîtiyê de bi hev re dijiyan. Dewleta Tirk ku Cotmeha 2019’an bi navê “Tevgera Kaniya Aştiyê” tevgera dagirkeriyê da destpêkirin, bi hovane êrîşî bajêr kir û bi dijwarî bombebaran kir. Gelê herêmê jî ji bo xwe ji dagirkeran biparêzin, ketin ser rêya koçberiyê û niştecihê Hesekê û derdora wê bûn.
Bajar ku bi cihên xwe yên dîrokî û kaniyên xwe navdar e, navenda çandinî û sewalvaniyê bû.