Li ser çeteyên nepenî yên DAÎŞ'ê operasyon hat kirin

Meclîsa Leşkerî ya Dêra Zorê, li ser çeteyên DAÎŞ'ê yên nepenî operasyonek pêk anî. Di operasyonê de gelek çete hatin bêbandorkirin. 

Di malpera QSD’ê de di derbarê operasyonê de daxuyaniyek hat weşandin. Daxuyanî wiha ye: 
"Li Dêrazorê li ser çeteyên DAÎŞ, El-Qaîdeyê û hin derdorên girêdayî rejîmê ku di demên dawî de li bajêr ketine tevgerê dixwazin tevlîhevî  û aloziyê derînin, operasyoneke hate pêkanîn. Ev çete beriya niha bi motosîklet û seyareyên bombe barkirî sivîl hedef girtibûn, bibûn sedema şehîdbûna gelek sivîl û şervanan. 

Li ser daxwaza gelê bajêr û eşîrên li herêmê bi armanca ku herêm ji çeteyan bê paqijkirin, li gundên girêdayî bajêr operasyon hat destpêkirin. Operasyonek li Mergeda, ya dîtir jî li bajaroka El-Besîra  hevdemî hat destpêkirin. Ev operasyona ku di dorhêla agahiyên girîng hatî pêkanîn de gelek çeteyên ku ligel wan seyareyên bombe barkirî, çek û mayin heyî hatine girtin û tevahiya amûrê hatî desteserkirin jî hatiye tunekirin. 

Ev operasyona ji hêla Meclîsa Leşkerî ya Dêrazorê ve hatî meşandin, bi serkeftî encam bûye. Çeteyên hatî destgîrkirin jî wê radestî saziyên darazê bên kirin."