Li Rojava û Lubnanê Zeyneb Kinaci hate bibîranîn

Zeyneb Kinaci (Zîlan) a di sala 1996’an li dijî dewleta Tirk a dagirker li Dersimê çalakiyeke fedayî pêk anî li Rojava û Lubnanê bi çalakiyan hate bibîranîn.

DÊRIK

Ji bo bîranîna salvegerê şehîd Zeyneb Kinaci (Zîlan) Kongreya Star a navçeya Dêrikê merasîmek bi tevlîbûna dehan kesî lidar xist. Merasîm li Navenda Aram Tîgran a Çand û Hunerê li bajarokê Rimêlanê yê girêdayî kantona Qamişloyê pêk hat.

Merasîmê bi deqeyekê rêzgirtinê destpê kir, piştre endama rêveber a Kongreya Star Gulistan Ehmed nameya têkoşer Zîlan a ku ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re beriya pêkanîna çalakiya fedayî şandiye, xwend. Piştre sînevîzyon derbarê jiyan û têkoşîna şehîd Zîlan de hate pêşandan.

Merasîma bîranînê bi pêşkeşkirina Tîma Alniya ya Navenda Aram Tîgran a Çand û Hunerê ya stranên şoreşgerî bi dawî bû.

AMÛDÊ

Li navçeya Amûdê Kongreya Star civînek li Navenda Horî ya Çand û Hunerê bi beşdariya bi dehan şêniyan pêk hat.

Hola civînê bi wêneyên şehîd Zîlan, alên Kongreya Star û pankartên "Bi berxwedana Zîlan û Arînan dê dagirkeriyê têk bibin" hat xemilandin.

Piştre endama rêveber a Kongreya Star Şehnaz Îbrahîm li ser têkoşîna şehîd Zîlan û redkirina wê ya zilma li ser gelê Kurd li tevahî Kurdistanê axivî. Şehnaz Îbrahîm piştrast kir ku divê rêya têkoşîna ku şehîd Zîlan pê de çûye, bi bilindkirina asta berxwedan û têkoşînê pêk bînin.

Di dawiyê de sînevîzyon der barê jînenîgariya şehîd Zîlan de hate pêşandan

LUBNAN

Di çalakiya li paytexta Lubnan Beyrûtê hate kirin de jî bi pêşektiya Kongra Star, PYD û Tevgera Ciwanên Şoreşger hate kirin. Di civîna hate kirin de 3 jinên li Kobanê bi êrîşa dewleta Tirk şehîd bûbûn jî hatin bibîranîn.

Endama Kongreya Star Natewî Xemgîn di bîranînê de axivî û got: “Em ê şopdarê têkoşîna Zîlan bin. Zîlan li dijî dewleta Tirk a qirker bedena xwe kir bend û xeta berxwedanê ya jina Kurd nîşanî cîhanê da. Zîlan ne tenê ji bo jina Kurd, ji bo hemû jinên cîhanê bû mînak.”

Li ser navê PYD’ê jî Mistefa Ebdî axivî, bibîr xist ku berî çend rojan dewleta Tirk li Kobanê 3 jin qetl kir û êrîş şermezar kir.