Li Rojava tevdîrên li dijî pandemiyê tên şidandin

Rojîn Ehmed, tevdîrên li Dêrikê yên li dijî pandemiya vîrûsa koronayê nirxand û got, "Komîteya Tenduristiyê li herêmê dest bi avakirina navendên têkoşîna li dijî vîrûsa koronayê kir. Li bajaran hemûyan navendên tenduristiyê hatin paqijkirin."

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê qedexeya derketina derve ya ji ber pandemiya vîrûsa koronayê hate ragihandin ji 23'ê Adarê ve didome. Dema qedexeyê heta 1'ê Gulanê hate dirêjkirin. Berdevka Komîteya Tenduristiyê ya Kantona Qamişloyê Rojîn Ehmed tevdîrên li dijî vîrûsa koronayê hatine girtin ji ANF'ê re vegot.

'TEVDÎR DIDOMIN'

Rojîn Ehmed bi bîr xist, piştî ku vîrûsa korona li tevahiya cîhanê bi lez belav bû, Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hin tevdîr wergirt û diyar kir, ji bo vîrûs li herêmê belav nebe destpêkê deriyên sînor li çûn û hatinê hatin girtin.

Rojîn Ehmed anî ziman, Komîteya Tenduristiyê bi lez li herêmê dest bi karê dezenfektekirinê kir û got, "Piştre derketina derve hate qedexekirin. Maseya Krîzê ya ser bi Komîteya Tenduristiyê hate avakirin. Li Dêrikê ji bo rewşeke awarte 2 kom hatin avakirin. Piştre jî ji bilî çend saziyan xebatên saziyan hemûyan hatin rawestandin. Ji bilî rewşên awarte çûn û hatina nava bajaran jî hate rawestandin.

Komîteya tenduristiyê li herêmê dest bi avakirina navendên têkoşînê kir. Navendên tenduristiyê yên li bajaran hemûyan hatin paqijkirin. Deriyên sînor tenê ji bo çûn û hatina bazirganiyê hatin vekirin. Komîteya Tenduristiyê li deriyên sînor tevdîr girtin. Wesayitên dikevin herêmê hemû tên kontrolkirin û dermankirin."

Rojîn Ehmed anî ziman, dewamkirina seferên balafiran ên navbera Şam-Qamşloyê hîn hin pirsgirêkan derdixîne û got, "Testa kesên ji Şamê tên ji aliyê tîmên tenduristiyê ve tê kirin. iştre jî li navendên karantînayê tên bicihkirin. 2 cîhazên PSI hatin herêmê. Heta niha test li 20 kesan hate kirin. Testên hemûyan jî negatîf derketin. 54 kes ji karantînayê hatin derxistin."

NAVENDA JI 24 TEXTÎ

Rojîn Ehmed ragihand ku li Dêrikê navendeke têkoşîna li dijî vîrûsa koronayê ya ji 24 textî heye û destnîşan kir ku tevdîrên li nexweşxaneyê jî di asta herî bilind de ne. Rojîn Ehmed diyar kir ku ji bo personelên tenduristiyê ew pîvanên hîjyenê esas digirin û got, "Li odeya hatiye amadekirin kincê xwe diguherînin û kincên ku li dijî vîrûsê hatine amadekirin li xwe dikin. 2 qad tên amadekirin (yek sor, yek zer). Personelên tenduristiyê li ser karê xwe tên agahdarkirin.

'JI BO KAMPÊN PENABERAN PÊWÎSTÎ BI CÎHAZAN HEYE'

Rojîn Ehmed diyar kir ku li herêmê du kampên penaberan hene û li herêmê pêwîstî hîn bêhtir bi navendên tenduristiyê hene. Rojîn Ehmed got, "Li Dêrikê kampên Roj û Newroz hene. Heyva Sor a Kurd li kampan wezîfeyê dike. Em bi Heyva Sor re timî di nava pêwendiyê de ne. Li kampan karê dezenfekteyê hatin kirin, tevdîrên pêwîst hatin girtin. Ji bo têkoşîna li dijî vîrûsa koronayê cihên me yên taybet tune bûn. Em wan nû amade dikin. Heta niha tu saziyê alîkarî bi herêmê re nekiriye. Gelek zor û zehmetiyan dikişînin. Li herêmê pêwîstiya me bi malzemeyên tibî û cîhazan heye. Lê belê heta niha tu sazî bi vê berpirsyariyê ranebûn. Divê saziyên navneteweyî alîkariya pêwîst li herêmê bikin."