Li dijî Rojava êrîşeke topyekûn

Dewleta Tirk a dagirker bi topên hawan û obusan êrîşî Şehba, Til Rifet, Til Temir û Dirbesiyê dike.

Dewleta Tirk a dagirker Til Rifet û gundê Medyonê yê Şehba yên li rojava, gundê Dirdara yê Til Temir a li rojhilat bi topên hawan û obusan bomberdûman dike.

Dewleta Tirk a dagirker gundê Medyonê yê Şehba û gundê Dirdara yê Til Temir a li rojhilat bi topên hawan û obusan bomberdûman dike.

Dewleta dagirker rasterast gule li karkerên çandiniyê yên li gundê Çetelê yê navçeya Dirbêsiyê ya Hesekê di zeviyan de dixebitîn barandin.

Li gundê Dirdara û Til Rifet ji ber bomberdûmanê hin malên welatiyan ziyan dîtin. Bomberdûman berdewam dikin.