Li Rojava çalakiyên Roja Azadiya Ocalan a Cîhanê
Bi wesîleya 10’ê Cotmehê Rojava Azadiya Ocalan a Cîhanê li bajarên Qamişlo, Dêrik, Amûdê, Tirbespiyê û Girkê Legê çalakî hate lidarxistin, komploya navneteweyî hate protestokirin.
Bi wesîleya 10’ê Cotmehê Rojava Azadiya Ocalan a Cîhanê li bajarên Qamişlo, Dêrik, Amûdê, Tirbespiyê û Girkê Legê çalakî hate lidarxistin, komploya navneteweyî hate protestokirin.
QAMIŞLO
Pêkhateyên bajarê Qamişloyê ji Çerxerêya Mûnîr Hebîb a Rojavayê bajarê, dest bi meşeke girseyî kir. Endamên saziyên sivîl û saziyên Rêveberiya Xweser beşdarî meşê bûn.
Meşvanan tecrîda girankirî li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û Komploya Navneteweyî ya ji aliyê dewletên kapîtalîst ve, şermezar kir û bi dirûşmeyên ku berz kirine banga bilindkirina têkoşînê ji bo rakirina tecrîdê û bersivdayîna êrişên dewleta Tirk a dagirker li ser herêmên Kurdistanê, kir.
Meş li pêşiya avahiya NY`yê veguherî mîtîngê. Hevserokê Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser Telat Yûnis axivî û daxuyand ku dagirkeriya dewleta Tirk û dewletên desthilatdar hewl didin azadiya gelên herêmê sînordar bikin û wiha got: “Me dît çawa dewleta Tirk bi êrişên xwe yên terorîst bajarên Serêkaniyê, Efrîn û Girê Spî dagir kir.”
Yûnis her wiha bang li NY`yê, civaka navneteweyî û hemû rêxistinên mafên mirovan kirk u li hemberî siyasetên dagirkeriya Tirk û êrişên wê bisekinin, helwestên xwe biguherînin û sînorekî ji binpêkirinên Tirkiyê yên li dijî şêniyên re deynin.
DÊRIK
Bi sedan şêniyên bajarê Dêrikê, herêma Koçberat û Berava ji bo şermezarkirina Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdulllah Ocalan û êrişên artêşa Tirk a dagirker ên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û dagirkirina Serêkaniyê, Girê Spî û Efrînê meşiyan.
Meş ji Qada Azadî dest pê kir. Şêniyan sloganên silavkirina berxwedana Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li girtîgeha Îmraliyê berz kirin, mudexeleya dewleta Tirk di Bakur û Rojhilatê Sûriyê de û pêkanîna komkujiyan li dijî sivîlan şermezar kirin.
Meş li ber dêra Mar Şamonî rawestî û veguherî mitîngê. Di mitîngê de endama rêveber a Kongreya Star Şedye Yusif axivî û diyar kir ku Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan rastiya rola Tirk a kîndar li dijî herêma Rojhilata Navîn eşkere dike.
Berdevkê Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Mutiî Umer axivî û destnîşan kir ku komplo wê negihêje serî, ji ber ku Rêber Abdullah Ocalan girtîgeh veguherandiye dibistana fikr û zanistî û belavkirina çareseriya aloziyên herêma Rojhilata Navîn. Her wiha îşaretpê kir ku mudexeleyên dewleta Tirk di herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de û dagirkirina gelek bajarên wê, berdewama komployên wan ên li dijî gelê Kurd û piraniya gelên azadîxwaz e.
TIRBESPIYÊ
Li navçeya Tirbespiyê bi sedan pêkhateyên herêmê yên Kurd, Ereb, Suryan li pêşiya têketina bajêr ji aliyê rojava, kom bûn û ber bi kolana sereke ve li aliyê rojhilat ve meşiyan. Şêniyan sloganên li dijî dewleta Tirk û Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan berz kirin.
Meş li ber navenda navçeyê rawestî. Endamê rêveber ê Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Fasîh Hisên û endama rêveber a Kongreya Star Fehîme Temo axivîn û diyar kirin ku Komploya Navneteweyî ya ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan destpê kiriye, tevahiya pêkhateyên herêmê kir hedef û dagirkirina dewleta Tirk herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê berdewama wê komployê ye.
AMÛDÊ
Bi tevlêbûna bi sedan şêniyên navçeya Amûde, meşek ji çerxerêya Jina Azad ber bi navenda Ciwanên Şoreger a Sûriyê ve destpê kir. Şêniyan, wêneyên Rêber Abdullah Ocalan û pankartên bi nivîsên “Azadî ji bo rêber Ocalan”, “Ocalan sembola aştiyê ye”, “Na ji dagirkeriya Tirk re” û “Êdî bes e dagirkera kujer” hildan.
Şêniyan di meşê de bi rêya sloganên ku berz kirine, banga bidawîkirina tecrîdê û pêwîstiya avakirina yekitiya Kurd li hemberî artêşa Tirk a dagirker û sûcên wê kirin.
Meş li ber navenda Ciwanên Şoreşger rawestî. Piştre endamê Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Minewer Xalid axivî û diyar kir ku Rêber Abdullah Ocalan minareya azadiyê ye. Divê gelên Kurdistanê û gelên Rojhilata Navîn ji bo rizgarkirina wî ji girtîgeha Îmraliyê tê bikoşin.
GIRKÊ LEGÊ
Meşê ji çarxerêya Şehîd Xebat Ereb dest pê kir û ber bi navenda navçeyê ve dewam kir. Meşvanan wêneyên Rêber Abdullah Ocalan û pankartên şermezarkirina komploya navneteweyî, hildan.
Meşvan di kolanên sereke yên bajêr û sûka navendî ya navçeyê re geriyan. Li naverasta navçeyê meş veguherî mîtîngê. Hevserokê Meclisa Navçeya Girkê Legê Mihemed Cemîl komploya navneteweyî ya ku hêzên kapîtalîst li dijî Rêber Abdullah Ocalan, şermezar kir. Cemîl destnîşan kir ku dewletên kampîtalîst bi komployê fikrên Rêber Abdullah Ocalan dikin hedef.
Her wiha daxuyand ku bi saya fikr û felsefeya Rêber Ocalan, gelên Rojava xeta sêyemîn girt û pêkhateyên herêmê bi saya wê felsefeyê jiyana hevbeş dijîn.
Endama Kongreya Star Rîhan Temo jî wiha got: “Bi saya fikr û fesefeya Rêber Ocalan em gihaştin vê qonaxa dîrokî. Bi taybetî jinan cihê xwe di hemû qadên siyasî, leşkerî, dîplomatîk û civakî de girt.”