Li Reqayê teqînek pêk hat
Li nêzî Parka El Reşîd a dikeve navenda bajarê Reqayê teqemeniya li duçerxekê hatibû bicihkirin teqiya. Di teqînê de ziyan negihişte tu kesî.
Li nêzî Parka El Reşîd a dikeve navenda bajarê Reqayê teqemeniya li duçerxekê hatibû bicihkirin teqiya. Di teqînê de ziyan negihişte tu kesî.
Di saetên şevê derdora 20:00`an li nêzî parka El-Reşîd a li navenda bajêr bombeyek teqiya. Piştre diyar bû ku bombe ku li ser duçerxekê hatiye bicihkirin. Di encama teqînê de tu zirar derneketin.
Hêjayî bi bîrxistinê ye ku şaneyên veşartî yên çeteyên DAÎŞ`ê hewl didin ewlehiya herêmên rizgarkirî xirab bikin. Çete sivîlan dikin hedef. Hdefkirina Parka El-Reşîd a ku di vê demê de gelek şênî serdana wê dikin, nîşana wê yekê ye.