Li Reqayê serçeteyekî DAÎŞ’ê hat kuştin

QSD’ê ragihand ku di operasyoneke hevpar a bi hêzên Koalîsyona Navneteweyî e çeteyekî DAÎŞ’ê hatiye kuştin û gelek cebilxane jî hatiye desteserkirin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) ragihand ku Yekîneyên Têkoşîna Dijî Terorê (YAT) ên girêdayî wan, duh li navenda Reqayê operasyoneke ewlehî li dijî berpirsekî fînansekirina şaneyên çeteyên DAÎŞˊê pêk anî.

QSDˊê anî ziman ku operasyon bi piştgiriya hêzên Koalîsyona Navneteweyî pêk hat û got: “Hêzên wan bi ser cihê terorîst ˊSemîr Xidir Şerîf El Şîhanˊ de ku hemwelatiyê Iraqê girt. Piştî cih hat dorpêçkirin, hêzan bang li wî kir ku xwe radest bike, lê wî red kir û gule barandin. Bi wê re hêzan bersiv da û hat kuştin.

Di operasyonê de mîqdareke çek û cebilxane hatin desteserkirin:

8 telefon.

Belgeyên takakesî.

Alaveke WIFI.

Dabanceyek.

3 mexzenên (cercûr) dabanceyan

Kamereyek.

Dolarên amerîkî.”

QSDˊê diyar kir ku ew ê bi ser şaneyên rêxistina DAÎŞˊê ya terorîst de bigirin û herêmê ji teror û qirêjiya wan paqij bikin.