Li Reqayê cenazeyê Ebû Mehmûd hate veşartin

Cenazeyê şervanê Meclîsa Leşkerî ya Minbicê Ebdulrehman Mehmûd El-Cafer (Ebû Mehmûd) ê 4‘ê Îlonê di encama teqîna mayînekê li ser rêya Cizîrê- Minbicê de şehîdî bibû, bi merasîmekê li Goristana Şehîdan hate veşartin.

Bi tevlîbûna sedan şêniyên bajarê Reqayê, endamên Saziya Malbatên Şehîdan, Meclisa Sivîl a Reqayê, şervanên QSD û Meclîsa Leşkerî ya Minbicê cenazeyê şervanê Meclisa Leşkerî ya Minbicê Ebdulrehman Mehmûd El-Cafer li Goristana Şehîdan a li gundê Hikûmiyê hate veşartin.

Li goristanê cenazeyê şehîd bi dirûşman ve hate pêşwazîkirin. Li goristanê merasîm bi deqeyek rêzgirtina şervanên QSD’ê ve destpê kir. Piştre jî ji Fermandarên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê Îbrahîm El Hemdan axivî. Hemdan sersaxî ji malbata şehîd re xwest û soza şopandina rêya şehîdan dubare kir.

Piştî axaftinan û şûnde nasnameya şehdî Ebû Mehmûd hate xwendin û radestî malbatê hate kirin.

Cenazeyê şehîd bi dirûşm û tilîliyan hate veşartin.