Li Reqayê bi dehan sivîl hatin rizgarkirin
Şevanên QSD’ê bi berdewamî sivîlan rizgar dike. Bi dehan sivîlên ji taxa Nezlit Şihadê xwe gihandin şervanên QSD’ê, sewqî cihê bi ewle hatin kirin.
Şevanên QSD’ê bi berdewamî sivîlan rizgar dike. Bi dehan sivîlên ji taxa Nezlit Şihadê xwe gihandin şervanên QSD’ê, sewqî cihê bi ewle hatin kirin.
Îro dîsa li gelek taxên Reqayê bi dehan sivîl ji taxa Nezlît Şihadê ya dikeve başûrê bajêr xwe gihandin şervanên QSD’ê û ji çeteyan rizgar bûn. Şervanan welatiyên sivîl veguhezandin cihê bi ewle.
Sivîlan anî ziman ku pir kêfxweşin ku ji çeteyan rizgar bûne.