Li Reqayê bi dehan sivîl hatin rizgarkirin

Şervanên QSD'ê îro jî bi dehan sivîlên Reqayê rizgar kirin.

Şerê di navbera şervanên QSD'ê û çeteyên DAIŞ'ê de li taxên Reqayê didome. Li aliyê din şervanên QSD'ê her roj bi dehan sivîlên Reqayê rizgar dikin. Îro jî bi dehan sivîl hatin rizgarkirin. Di nava sivîlan de 5 sivîlên ku bi mayînên çeteyan birîndar bibûn hebûn. Her wiha 2 sivîlan jî jiyana xwe ji dest da.

Tîmên QSD'ê yên  rizgarkirina sivîlan îro jî bi dehan welatiyên sivîl ên Reqayê rizgar kirin. Şervanan sivîl gihandin cihên bi ewle.

Sivîlên ku dixwestin ji çeteyan rizgar bibin, li mayîna çeteyan qelibîn û mayîn bi wan ve teqiya. Di encamê de 2 sivîlan jiyana xwe ji dest dan û 5 sivîl birîndar bûn. Şervanan birîndar rakirin nexweşxaneyê. Cenazeyên herdu sivîlên jiyana xwe ji dest dane jî anîn.

Sivîlên hatin rizgarkirin dane zanîn ku hejmara sivîlên di taxên Reqayê ku dixwazin ji çeteyan rizgar bibin pir in lê ji ber mayînên çeteyan û gulebarankirinê, derfetên kêmkirinê kêm dibin.