Li Qamişloyê meş: Ne em in tehdît dewleta Tirk e

Di pêşengtiya Komîteya Ciwan û Sporê ya Herêma Cizîrê li dijî dagirkeriya Tirk meşeke ya protestoyê hate kirin.

Meşvanan pankartên bi nivîsên"Gefên Tirkiyê red dikin, na ji dagirker a Tirk re" hildan.

Meş ji pêş stada Şehîdên 12’ê Adarê ya li taxa Siyahî ya bajarê Qamişlo destpê kir û li tevahî kolanên sereke yên taxê gerîn. Di meşê, çalakgeran de diruşmên ‘Na ji dagirker a Tirk re, kujer Erdogan’ û ‘Bijî biratiya gelan’ berz dan û li pêş Navneda Komseriya Penaberan a taxa Siyahî sekinîn.

Li wir daxuyanî bi zimanî Erebî ji hêla Hevserokê Yekîtiya Wezîşê ya Herêma Cizîrê Muwefq Ehmed ve hat xwendin û wiha ye:

"Ji Desteya Neteweyên Yekbûyî(NY) re, bi navê Yekîtiya Sporê ya Herêma Cizîrê, bang li civaka navneteweyî dikin ku dest werdin gefên Tirkiyê yên li ser gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û rawestînin. Li hember terora Erdogan bisekinin. Em weke werzîşvan banga parastina navdewletî dikin.

Zarokên vê herêmê şerê terora DAÎŞ’ê ji ber tevahî cîhanê ve kir. Ji lew re bang li dewletên cîhanê dikin ku bersiveke baş der barê qurbanî û şehîdên ku di rêya şerkirina fikra terorî û têkbirina wê hatine dayîn, bidin. Di vî warî de zêdetirî 11 hezar şehîd û 21 hezar birîndar ji bo parastina cîhanî dane.

Herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê rastî qirkirin û fanayê ji hêla dewleta faşîst a Tirk ve tê. Serokkomarê Erdogan dixwaze kiryarên li Efrînê kirine, pêk bîne, herêmên me dagir bike û gel koçber bike.

Gelên herêmê ne xeterî û ne jî tu gefan li ser ewlehiya Tirkiyê çênake. Berovajî wê Tirkiyê li ser me û ewlehiya herêmê gef e. Em di welatê xwe de bi ewle û aştî dijîn û ti gefan li tu dewletan nakin.

Em Desteya Ciwan û Sporê ya Herêma Cizîrê bang li civaka navdewletî û rêxistinê pêwendîdar ên mafên mirovan dikin ku dewerdana lezgîn a parastina zarok, jin û gelê ji dijminatiya Tirkiyê bikin."

Meş bi diruşmên bang parastina navdewletî ya herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li dijî xeteriya Tirkiyê, bi dawî bû.