Li Qamişloyê li dijî tecrîdê greva birçîbûnê

Li Qamişloyê li dijî tecrîdê û ji bo piştgirîdayîna Leyla Guven kon hate vedan û greva birçîbûnê dest pê kir.

Ji bo piştgirîdayîna Hevseroka KCD’ê û Parlamentera HDP’ê Leyla Guven bi dirûşmeya ‘Em tecrîdê bişkînin, faşîzmê hilweşînin û bi Rêber Apo re azad bijîn.” bi pêşengiya Kongreya Star û PYD’ê li taxa Siyahî a Qamişloyê kon hate vedan.

Di çalakiyê de wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û Leyla Guven hatin hildan û greva birçîbûnê hate destpêkirin.

Nûnerên partiyên siyasî û rêxsitinên civaka sivîl jî di nav de gelek welatiyên Qamişloyê çûn serdana kon.

Yek ji Endamên Koordînayona Kongreya Star Daliya Henan di çalakiyê de axivî û got; “Em çalakiya greva birçîbûnê ya Leyla Guven a ji bo Ocalan dayî destpêkirin destek dikin. Heta ku tecrîd neyê rakirin wê çalakiyên me bidomin.”

Her wiha Metir Yûsif û Adile Xelef ên ku beşdarî çalakiyê bûne diyar kirin ku fikr û felsefeya Ocalan rêya azadiya gelan a herêmê vekir û wê heta dawiyê piştgiriya Ocalan bikin.

WÊ ÇALAKÎ BELAVÎ BAJARÊN DIN JÎ BIBE

Li Qamişlo wê kon 2 rojan vekirî bimine. Diyar bû wê bi pêşengiya Kongreya Star li bajarên din ên herêma Cizîrê kon werin vedan.