Li Qamişloyê konferansa krîzan û çareseriya krîzên li Rojhilata Navîn hat lidarxistin

Înîsiyatîfa Azadî Ji Bo Abdullah Ocalan a Sûriyeyê, bi şiara “Azadiya Rêber Apo, mîsogerkirina çareserî û aştiyê ye” konferansek li dar xist.

Konferansa Însiyatîfa Azadiya Abdullah Ocalan a Sûriyê ku vê sibehê li salona Zana ya Qamişloyê dest pê kir, bi nîqaşa li ser beşa "Komploya navneteweyî û giringiya Azadiya Rêbertiyê" dewam dike.

Hevseroka Desteya Parastina Abdullah Ocalan a li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Xedîce Îbrahîm beşa duyem xwend.

Di beşa duyem de komploya navneteweyî ya li dijî Abdullah Ocalan ku 9′ê Cotmeha 1998′an bi hevkariya dewlet û saziyên îstîxbaratî yên cîhanê dest pê kiriye hate nîqaşkirin. Xedîceyê wiha got "Dewlet bi piranî; ji Amerîka bigire heta bi Rûsya, Yekitiya Ewropayê, Komkara Erebî, Tirkiye û Yewnanistan, Kenya û Tacikistanê tevkarî li komployê kir. Gelo kê Yewnanistan û Tirkiye ku dijmin hev in kir ye?’’

Xedîce li ser vê pirsê wiha pê de çû: "Komploya qirêj a li dijî Rêber Ocalan, ne tenê li dijî Kurdan bû, lê mozaîka çandî, civakî û siyasî yên gelên Rojhilata Navîn hat armanckirin. Tevî ku Rêber Ocalan bi dirûşmeya "Kurdistan mêtinger e" dest pê kir, lê armanca wî ya bingehîn her tim çareserkirina dozen gelan û qewimên li Rojhilata Navîn bû."

Di konferansê de gotinên Abdullah Ocalan ên li ser komployê hatin bibîrxistin: "Clînton û rêveberên Kurdî yên pê re didan û distandin hebûna min li Sûriyeyê ji bo armancên xwe yên stratejîkî guncaw nedidît, ji ber ku Kurd û Kurdistanê hêdî hêdî ji bin kontrola wan derdiket Îsraîl pir bi hêrs bû. Wan, bûyerên li Kurdistanê û rizgariya Kurdan ji serweriyê qebûl nedikir. Ji ber kontrolkirina Kurdistanê bi pêkanîna projeyên wan ên girêdayê Iraqê bû. Ji ber wê diviyabû ez ji wir derketama û min sînorekê dawî ji nasnameya Kurdî ya serbixwe re daniya û rêbazeke azadiyê daniya ku nehata nîqaşkirin.

Armanca wê bandor li min bikira, lê nedayîna DMME′yê tu biryareke li dijî min, hêman an jî bendeke giring a din, li gorî lihevkirina wan bû. Îngilistanê pêşengtiya wê dikir."

Di beşê de behsa sûcên qanûnî yên li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat kirin.

Di dawiya beşê de rê nîqaş hatin kirin. Beşdaran diyar kir ku divê fikirên Abdullah Ocalan bi awayekê berfireh werin belavkirin û wiha hate gotin: "Komplo bi tevlêbûna hêzên hegemon û emperyalîst pêk hat. Projeya Rêber Ocalan projeyek ku li dijî rejîmên emperyalîst û dîktator e. Lewma divê gel û partiyên siyasî têkoşînê geş bikin û çalakiyên ji bo kirina zextan li dijî aliyên qanûnî yên navneteweyî zêde bikin.

Li ser armancên komployê beşdaran da zanîn ku komplo bi armanca têkbirina têkoşîna Kurd di şexsê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de hatiye kirin da ku krîz û şerên li Kurdistan û Rojhilata Navîn berdewam bin.

Di nîqaşan de hate destnîşankirin ku projeya çareseriyê ku Abdullah Ocalan pêşkêş kiriye, bandoreke mezin li ser têkoşîna Kurd û hemû gelan kiriye.

Tê payîn ku konferans bi encamnameyekê bi dawî be.