Li Qamişloyê bi hezaran kes ji bo yekîtiya neteweyî meşiyan
Li Qamişloyê bi hezaran kes daketin qadan û li dijî dagirkeriya dewleta Tirk banga berxwedan û yekîtiya neteweyî ya Kurdan kirin.
Li Qamişloyê bi hezaran kes daketin qadan û li dijî dagirkeriya dewleta Tirk banga berxwedan û yekîtiya neteweyî ya Kurdan kirin.
Bi armanca piştgiriya yekîtiya Kurdan û têkoşîna li dijî dagirkeriya dewleta Tirk, Partiyên Yekîtiya Nîştimanî ya Kurd (PYNK) bi dirûşma "Yekrêziya refa Kurdan, mîsogeriya azadiya gelê me ye" xwepêşandaneke girseyî li bajarê Qamişloyê li dar xist.
Di xwepêşandanê de pankartên "Berxwedan jiyan e", "Efrîn", "QSD’ê me temsîl dike", "Bi berxwedan û tekoşîna me, em ê yekîtiya neteweyî ava bikin û dagirkeriya Tirk têk bibin" hatin hildan.
Her wiha di xwepêşandanê de alên partiyên ku cihê xwe PYNK’ê de digirin, wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, wêneyên zarokên ku di encamê êrişên dewleta Tirk a dagirker de birîndar bûbûn, hatin hildan.
Di xwepêşandanê de endamên PYNK’ê, şêniyên kantona Qamişlo, endamên Kongreya Star, saziyên civaka sivîl, Meclisa Malbatên Şehîdan û dayikên gerîlayan hazir bûn.
Meş li Goristana Şehîd Delîl Saroxan veguherî mîtîngê. Di mîtîngê de hevserokê Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Enwer Muslim axivî. Muslim diyar kir ku çi qasî gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê têkoşîna xwe ya demokratîk û aştiyane bilind bikin dê ew qasî serkeftinê bi dest bixin û dagirkeriyê têk bibin.
Muslim da zanîn ku dewleta Tirk hemû hewldanên xwe bi hemû rêbazan dê bike da ku diyalogên di navbera Kurdan de xerab bike û wiha pê de çû: "Ji bo vê yekê divê em hemû hişyar bin, ji her kesî tê xwestin têkoşîna xwe bilind bike, ji bo ku em bikarin pêşeroja zarokên xwe mîsoger bikin ku bi aştiyane bijîn."