Li Qamişlo Kongreya Yekîtiya Ragihandina Azad

Kongreya 5'an a Yekitiya Ragihandina Azad li Qamişlo li Hola Zana bi tevlêbûna gelek nûçegihanan dest pê kir.

Kongreyê bi beşdariya bi sedan endamên yekitiyê û saziyên civaka sivîl dest pê kir.

Derdora 200 rojnamevan ji herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, endamên saziyên ragihandinê yên herêmê, navendên ragihandinê yên leşkerî, Nivîsgeha Ragihandinê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Yekitiya Nivîskarên Kurd tev li kongreyê bûn.

Bernameya kongreyê ji axaftinên endamên Yekitiya Ragihandina Azad a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, xwendina raporên xebatên yekitiyê û nîqaşkirina wan, girtina nêrînên beşdaran û hilbijratina Meclisa Yekitiyê û hevserokatiyê pêk tê.

Di kongreyê de Wê rewşa ragihandinê ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, rêbazên pêşxistina xebatên ragihandinê û derbaskirina kêmasiyan werin nîqaşkirin.

Hevserokê Yekitiya Ragihandina Azad Bengîn Seydo bi xêrhatina beşdaran kir û got, “Di  9 salên şoreşa Rojava de, ragihandinê rolek girîng di ragihandina rastiya şoreşê ji cîhanê re lîst. Her wiha fedakariyên mezin jî dan. Heta niha zêdetirî 24 rojnamevan li Bakur û Rojhilatê Sûriyê şehîd bûne.”

Seydo bal kişand ser êriş û sûcên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û got, “Ji bo ragihandina azad, ev pêvajo mîna ezmûnekê bû û bi awayekî pîşeyî rewşa herêmê û êrişên li dijî gelên wê ragihandin.”

Seydo destnîşan kir ku du rûyên karê ragihandinê hene, ya yekê civakê bi awayekî durist bi rê ve dibe. Ya din jî dikeve bin bandora desthilatê û hêzên hegemonîk û bûyeran li gorî wan radigihîne. Seydo hêvî kir ku rojnamevan û saziyên ragihandinê rewşa herêmê ragihînin, piştgiriya têkoşîna gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bikin. Her wiha rojnamevan û saziyên ragihandinê xebatên xwe bi awayekî çêtir bi pêş bixin