Li Qamişlo cenazeyê şervanê YPG’ê Baz hate veşartin
welatiyên Kantona Qamişlo cenazeyê şervanê YPG’ê Dilbirîn Baz ê ku di pêngava rizgarkirina Reqayê de şehîd bibû, li Goristana Şehîd Delîl Sarûxan veşartin.
welatiyên Kantona Qamişlo cenazeyê şervanê YPG’ê Dilbirîn Baz ê ku di pêngava rizgarkirina Reqayê de şehîd bibû, li Goristana Şehîd Delîl Sarûxan veşartin.
Bi sedan şêniyên bajarê Qamişlo cenazeyê şervanê YPG′ê Dilbirîn Baz ê ji gundê Girbawî yê girêdayî Qamişlo ku 23′yê Tebaxê di pêngava rizgarkirina Reqayê de şehîd bibû, wergirtin û ber bi Goristana Şehîd Delîl Sarûxan ve ketin rê. Derbasta şehîd bi ala YPG′ê û kulîlkan hatibû xemilandin.
Li goristanê bi sedan kesan karwanê şehîd pêşwazî kirin. Piştre şervanan û malbata şehîd darbesta şehîd hildan li milên xwe û bi tîlîliyên dayikan derbasî goristanê kirin.
Li goristanê merasîm bi deqeyek rêzgirtina şervanên YPG/YPJ’ê ve destpê kir. Piştre Endama Desteya Kar û Barên Şehîdan Fatma Tahir axivî, sersaxî ji malbata şehîd re xwest û di kesayeta şehîd de hemû cangoriyên azadiyê bibîr anîn.
Piştre li ser navê malbata şehîd, birayê şervanê YPG′ê Baz Mîtan Girbawî axivî, soza tolhildanê û domandina têkoşînê da û diyar kir ku ew ê tevahî herêmên Rojava-Bakurê Sûriyeyê rizgar bikin.
Di dawiya merasîmê de, nasnameya têkoşer hat xwendin û radestî malbata wî hat kirin.
Cenazeyê şehîd Baz di nava tîlîliyên dayikan û dirûşam “Şehîd Namirin” de hate veşartin.