Li pêşiya Parlementoya Swêdê ji bo Efrînê çalakî hate lidarxistin
Îro saet di 12.30’an de li pêşiya Parlementoya Swêdê ya li bajarê Stockholmê ji bo protestokirina êrîşên li ser Efrînê çalakî hate lidarxistin.
Îro saet di 12.30’an de li pêşiya Parlementoya Swêdê ya li bajarê Stockholmê ji bo protestokirina êrîşên li ser Efrînê çalakî hate lidarxistin.
Di çalakiyê de alayên YPG/YPJ, PYD’ê û wêneyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate hildan. Di daxuyaniya hevpar a NCDK’a Stockholmê û Meclîsa Jinên Kurd a Amarayê de hate diyarkirin ku ew ê gelê Kurd destûrê nedin vî tiştî ku dewleta Tirk û çeteyên wê êrîşî Efrînê bikin.
Bang hate kirin ku, divê raya giştî ya cîhanê bi giyan û biryardariya Berxwedana Kobanê li Efrînê xwedî derkeve. Di heman demê de bang li Hikumeta Swêdê û Yekîtiya Ewrûpayê hate kirin ku bila li dijî dewleta Tirk a ku bi çeteyan re hevkariyê dike, helwesta xwe eşkere bikin.
Di çalakiyê de sloganên ‘Dewleta Tirk ji Kurdistanê biteqize’, ‘Erdoganê qatîl û faşîst’, ‘Bijî Berxwedana Efrînê’ hatin berzkirin.
Piştre gel bi sloganan heta Qada Seregelê ya li navenda bajêr meşiyan û hatin heta Drottnîngatanê ya ku ji rêveçûna peyayan re girtiye.
Li ser navê Komîteyên Rojava Tomas Pettersson axivî û diyar kir ku Erdogan ji bo rakirina projeya konfederalîzma demokratîk a ku gelê Kurd ava kiriye, li dijî Efrînê amadekariyan dike û got, “Divê dewleta Tirk bi vî tiştî zanibe ku, gelê Efrînê ne bi tenê ye. Em ê destûrê nedin dagirkirina Efrînê. Heke dewleta Tirk êrîşî Efrînê bike ew ê Efrîn bibe Kobanêya duyemîn. Em bang li welatên cîhanê dikin ku bila çekan nefiroşin rejîma Tirkiyeyê û bila piştgiriya Efrîn û gelê Kurd bikin.”