'Çeteyên ku nekarîn xwe li têkçûnê rabigirin, li Kobanê komkujî kirin'

Barîn Sorxwîn şehîdên komkujiya Kobanê bi bîr anî got, “Çeteyên DAIŞ’ê û yên piştgiriya wan dikirin têkçûna xwe ya li Kobanê hezm nekiribûn. Lewma êrîşî gel kirin. Negotin ew zarok, dayik, jin û îxtiyar in bi awayekî hovane mirov qetil kirin.”

Çeteyên DAIŞ’ê û alîgirê wan ên têkçûna xwe ya Çileya 2015’an a li Kobanê hezm nekirin, piştî 5 mehan 25’ê Hezîrana heman salê bi êrîşeke nemerd li navenda bajêr û gundên Kobanê komkujiyên hovane pêk anîn. Di êrîşa çeteyan de di nav wan de zarok û jin jî ku hebûn, 233 kes şehîd bûn, bi dehan kes jî birîndar bûn.

Barîn Sorxwîn ku bi xwe gazî ye û wê demê di nav şervanên YPJ’ê û YPG’ê yên mudaxeleyî çeteyan kirin de cih digirt, bi wesîleya 10. salvegera komkujiya Kobanê ji ANF'ê re axivî.

Barîn Sorxwîn destpêka axaftina xwe komkujiya Kobanê ya 25’ê Hezîrana 2015’an bi tundî şermezar kir got, “Ev komkujî li ser esasê komployekê bû. Li ser gelê me fermanek bû. Li gundên Berxbotan, Hêlincê, navenda Kobanê komkujiyeke hovane hat kirin. Wê demê Meha Remezanê bû. Çeteyên ku cilên şervanên YPG’ê li xwe kiribûn, bi rengekî mîna Sirîn rizgar bûye ketibûn qadê.”

Barînê Sorxwîn anî ziman ku çeteyên DAIŞ’ê û yên piştgiriya wan dikirin têkçûna xwe ya li Kobanê hezm nekiribûn ev xisûs anî ziman, “Lewma êrîşî gel kirin. Negotin ew zarok, dayik, jin û îxtiyar in bi awayekî hovane mirov qetil kirin.”   

Gazî Barîn Sorxwîn wiha dirêjî da axaftina xwe, “Şervanên YPG û YPJ’ê soz dabûn gelê xwe ku wê ti carî dijminekî hov nikaribe were li ser axa wan a pîroz cihekî xwe çêbike. Dema şervanan agahî girt ku çete êrîş dikin, yekser dest bi mudaxeleyê kirin. Min ti carî komkujiyeke welê hovane nedîtibû. Bi wehşeteke mezin êrîşî gel kiribûn. Berê jî jixwe tehdîtên çeteyan hebûn.”

Barîn Sorxwîn destnîşan kir ku berxwedan û îradeya gelê Kurd û xelkê Kobanê ev komplo û êrîş têk bir û got, “Şervanên YPG-YPJ’ê nehiştin ev êrîşên çeteyan encam bigirin. Di wê komkujiyê de gelek zarok û ciwan jî di nav de gelek mirovên me şehîd bûn. Bi hemleya şervanan ew êrîş hatin pûçkirin û çete hatin cezakirin. Îrade û fikra Rêber Apo daye gelê me rê li ber gavavêtinên mezin vedike. Çeteyan bi vê komkujiyê xwestin Kobanê bi dest bixin û gel bitirsînin. Dema şervan hatin bawerî û hêza gel xurttir bû. Berxwedana şervanan bû sedema tenê çeteyek jî di Kobanê de nemîne.”

Barîn Sorxwîn wiha dawî li axaftina xwe anî, “Li cihê ku şervanên azadiyê hebin wê ti hêz nikaribe îradeya gel bişikîne. Baweriya min bi gelê heye. Wê ti carî paşde gavan navêje. Çi dibe bila bibe çiqas êrîş li hember me bên kirin bila bên kirin em ê hemûyan têk bibin.”