Li navçeya Şêranê gel li dijî êrîşa li Parîsê daketin qadan

Li navçeya Şêran a Kobanê ji bo şermezarkirina êrîşa ku li Parîsê meşek lidar xistin.

Kujer Wîllîam di 23’ê Kanûnê bi çekê êrîşî Navenda Çanda Kurd a Ahmet Kaya ya li Taxa Strasboûrg Saînt Denis a li paytexta Fransa Parîsê kir û Endamê Konseya Rêvebir a KCK’ê Emîne Kara (Evîn Goyî), endamê Tevgera Çandê Mîr Perwer (Mehmet Şirîn Aydin) û Abdûrrahman Kizil qetil kir. Kongra Star ya navçeya Şêranê ji bo şermezarkirina êrîşa li Parîsê li dar xist. Meş ji navenda Kongra Star dest pê kir û heta bi Meclîsa Malbatê Şehîdan domiya.

Piştî deqîqeyek rêzgirtinê Rêveberiya Kongra Star a navçeya Şêranî Litfiyê Silêman axivî û diyar kir êrîşa li Parîsê bi destê îxanetê hatiye kirin û got “Evîn, Sakîne, Fîdan û Leyla bûn hêvî ji bo tevahî jinên azad. Divê em wek jin rêya wan bişopînin. Dijmin soza têkbirina çanda me daye, ji bo wê jî êrîşî gelê me û çanda me dike. Em dewleta Fransayê şermezar dikin ku ta niha tu daxuyanî nedaye. Rêberê gelê Kurd dibêje ‘heta ku jin azad nebe civak azad nabe’ ji ber ê jî êrîşî jinan tê kirin.”