Li Minbicê teqîn: Kesek mir

Li bajarê Minbicê yê li Bakurê Sûriyeyê, danê vê sibehê bombeya ku li wesayitekê hatibû bicihkirin teqiya. Ji ber teqînê ajokarê wesayitê mir.

Li Xaçerêya El Sebî Behrant a Minbicê danê sibehê saet 07:30'î bombeyek bi wesayitekê ve teqiya. Ji ber teqînê ajokar Abdulrehman Îbrahîm El Mihemed birîndar bû, lê li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da.

Hêzên Ewlekariya Nevxweyî li cihê bûyerê dest bi lêkolînê kirin û tespît kirin ku teqîn ji ber bombeya li hundirê wesayitê hatibû bicihkirin pêk hatiye.

Lêpirsîna li ser teqînê dewam dike.