Li Minbicê komeleya Çerkesan vedibe

Gelê Çerkes ê li Minbicê dijî wê Komeleya Çerkesan li bajêr veke.

Di 15'ê Tebaxê roja rizgarkirina bajarê Minbicê de wê Komeleya Çerkesan bê vekirin.

Ji damezrînerên komeleyê Neciye Qirtawi diyar kir ku komele wê ji bo parastina çand û kevneşopiya Çerkesan bê vekirin û got, "Çerkes wê xwe li navenda bajêr bi rêxistin bikin û alîkariyê bidin xizanan."

Neciye Qirtawi diyar kir ku amadekariyên ji bo vekirina komeleyê dewam dikin û ragihand, wê li komeleyê dersên hunerê jî werin dayin.

Komeleya Tirkmen jî wê beşdarî çalakiyên salvegera duyemîn a rizgarkirina Minbicê bibe.