Li Minbicê ji bo azadiya Abdullah Ocalan meş hat lidarxistin
Li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Minbicê meşek girseyî hat lidarxistin.
Li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Minbicê meşek girseyî hat lidarxistin.
Li Minbicê bi pêşengiya Yekitiya Jinên Ciwan ve li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan meşek girseyî hat lidarxistin. Endamên Yekitiya Jinên Ciwan ên bajêr, endamên partiyên siyasî, rêxistinên civaka sivîl, meclîsên sivîl û Kombûna Jinan a Zenûbya tev li meşê bûn. Di meşê de wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin hildan û bêyî navber dirûşmeyên “Bijî Serok Apo” hatin berzkirin.
Meş ji Çerxerêya Mîzan a li navarasta bajêr dest pê kir û li Çerxerêya Meseb veguherî mitîngê. Liv ir ji bo giyanê şehîdan rêz hat girtin. Piştî rêzgirtinê ewilî endama Yekitiya Jinên Ciwan Sîmaz Îshaq axivî. Sîmaz Îshaq, hemû kiryarên neheq ên li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar kirin û got: “Ew baş dizanin ku projeya neteweya demokratîk projeyeke ku hemû pêkhate û gelan digire nava xwe û li ser bingehê azadiyê jinê hatiye avakirin. Lewma ew dixwazin vê îradeyê têk bibin.”
Mitîng bi dirûşmeyên azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û şermezarkirina tecrîdê bi dawî bû.