Li Minbicê cenazeyê 4 şehîdên Reqayê hatin veşartin
Welatiyên bajarê Minbicê cenazeyên 4 şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê ku di Pêngava Rizgarkirina Reqayê de şehîd bibûn bi merasîmekê li goristana şehîdan a Minbicê veşartin.
Welatiyên bajarê Minbicê cenazeyên 4 şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê ku di Pêngava Rizgarkirina Reqayê de şehîd bibûn bi merasîmekê li goristana şehîdan a Minbicê veşartin.
Bi sedan welatiyên bajarê minbicê cenazeyên şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê Mutesîm Billah (Ebû Delal), Abdullah Hesen Abdullah, Abdullerhman Eqîlî (Cikliş Şemis Şîmal) û Cemîl Kamil Abddullqadir ku di Pêngava Rizgarkirina Reqayê de şehîd bibûn, ji Nexweşxaneya Firatê wergirtin û bi karwanekî wesayîtan berê xwe dan goristana şehîdan a Minbicê.
Li goristanê merasîmekî leşkerî hate lidarxistin. Fermandarê Giştî yê Meclîsa Leşkerî ya Minbicê Ednan Ebû Emced, Hevserokên Meclîsa Zagonsaz-Rêveberiya Sivîl a Demokratîk Nezîfe Xilo û Farûq Maşî, Fermandarê Giştî yê Meclîsa Leşkerî yê Babê Cemal Ebû Cuma û saziyên civaka sivîl, beşdarî merasîmê bûn.
Di merasîmê de, Hevserokê Meclîsa Malbatên Şehîdan Îbrahîm El-Xelîf axivî û sersaxî ji malbatên şehîdan re xwestin û got ku şehîdan di oxira parastina gel û axa xwe de, destanên dîrokî nivîsandin.
Ji Fermandarên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê Îbrahîm El-Benawî axivî û soza şopandina rêya şehîdan ta rizgarkirina hemû herêmê ji çete û teroran da. Îbrahîm bang li hemû gelên herêmê kir ku yekrêziya xwe xurt bikin û destkeftiyên ku bi saya xwîna şehîdan li Bakûrê Sûriyê hatine bidestxistin, biparêzin.
Her wiha Farûq Maşî jî axivî û got ku ji bo pêkanîna armancên şehîdan, ew ê heta dawiyê têkoşîn û xebatê, dewam bikin.
Piştî axaftin bidawî bûn, Endama Saziya Malbatên Şehîdan Fatima El-Diba nasnameya her çar şehîdan xwend û radestî malbatên wan kir.
Piştre cenazeyê 4 şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê bi dirûşmeyên 'Şehîd Namirin' li goristanê hatin veşartin.