Li Minbicê cenazeyê 2 şehîdan hate veşartin

Welatiyên Minbicê cenazeyê şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê Xisûn Mihemed û Mihemed El-Cirêd bi merasîmekê li goristana bajar spartin axê.

Bi sedan welatiyên bajarê Minbicê cenazeyên şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê Xisûn Mihemed û Mihemed El-Cirêd ku di Pêngava Bagera Cizîrê de şehîd bûbûn, ji nexweşxaneya Firatê wergirtin û bi karwanekî wesayîtan ber bi goristana bajêr ve ketin rê.

Li goristanê ji bo bîranîna şehîdên têkoşîna azadiyê deqîqeyek rêz hat girtin û piştre merasîmeke leşkerî hate lidarxistin. Piştre li ser navê Saziya Malbatên Şehîdan Kefa El-Elî, li ser navê Meclîsa Jinan a Minbicê Hena Şerîf û li ser navê Meclîsa Leşkerî ya Minbicê fermandar Serhildan Emadgulî axivîn.

Di axaftinan de sersaxî ji malbatên şehîdan re hate xwestin û wiha hate gotin; “Navên şehîdan bi tîpên zêrîn di rûpelên dîrokê de têne nivîsandin, ji ber berdêlên giranbuha xwe fedayî welat û gel kirine. Mirov di xwezaya xwe de zulm û heqareta li ser xwe qebûl nake, jiyaneke bi rûmet û azad dixwaze, ev yek bi têkoşîn û berxwedanê pêk tê, ji ber ku nirxên azadiyê giran e."

Piştî axaftinan, endama Meclîsa Malbatên Şehîdan Fatîma El-Dîba wesîqeya herdu şehîdan xwend û radestî malbatan kir.

Girseya gel cenazeyê her du şehîdan bi dirûşme û tilîliyan li goristanê spart axê.