Li Minbicê 3 çete hatin kuştin

Çeteyên Tirkiye yên hewl dan li gundê Çat ê dikeve Bakurê Rojhilatê Minbicê êrîşî nuqteyên şervanên Meclîsa Leşkerî yên Minbicê kirin. Di encama bersivdayîna şervanan de 3 çete hatin kuştin.

Navenda Çapemeniyê ya Meclîsa Leşkerî ya Minbicê ragihand ku komên çete yên girêdayî Tirkiyê hewl dan êrîşî nûqteyên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê ya li gundê El-Çat ê bakurê rojhilatê bajar bikin.

Şevanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê bersiva êrîşan da, şer derket û di encamê de 3 çete hatin kuştin.

Navendê destnîşan kir ku artêşa Tirk ji bo çete cenazeyên xwe bibin gundên El-Çat û El-Hoşeriyê topbaran kir. Di encama topbaranê de zeviyên gundên navborî şewitîn.