Li Kolnê jinûve nivîsandina dîrokê

Eger îrade û helwesteke xurt li Kolnê bê raberkirin û bi sed hezaran kes bi rengekî coş xwedî li Rêber Apo derkevin, dibe ku li Îmraliyê pêşî li hevdîtinên nû vebike. Hetta dibe ku pêvajoya azadiya fîzîkî ya Rêber Apo jî bide destpêkirin.

MEŞA KOLNÊ

Derket holê ku, roja 1’ê Cotmehê şova Devlet Bahçelî ya merheba dayînê ya li Meclîsê, destpêka lîstokek nû ye. Lê belê vê carê maske zû ket. Her tişt di nava meha Cotmehê de qewimî û qediya. Negihişt meha Mijdarê jî. 13’ê Cotmehê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo, hate xwestin ku li Amedê çalakiyeke girseyî bê lidarxistin. Lê belê qedexekirina vê çalakiyê û êrîşa hovane ya ku polîsan li dijî çalakvanan pêk anî, ji bo hilweşandina seremoniya 1’ê Cotmehê ya Devlet Bahçelî bes bû. 23’yê Cotmehê piştî 43 mehan Rêber Apo bi malbata xwe re hevdîtin kir. Planên sûdwergirtina ji vê hevdîtinê jî, ji aliyê Rêber Apo ve bi gotina ‘Tecrîd dewam dike’ hate pûçkirin. Jixwe çalakiya Fedayiyên Tabûra Nemiran a Şehîd Zîlan Asya Alî û Rojger Hêlîn a li TUSAŞ a nêzî Enqereyê, tenê lîstok xera nekirin, di heman demê de bingehê rêveberiya AKP-MHP’ê ya faşîst jî hejand.

Piştî van bûyeran, Tayyîp Erdogan û Devlet Bahçelî daxuyaniyên nû dan. Hevşaredarên Bajarê Mezin a Mêrdînê, Êlih û Xelfetiyê ji wezîfe hatin girtin û qeyûm li şûna wan hate tayînkirin. Vê yekê armanc û niyeta rast a rêveberiya AKP-MHP’ê ya faşîst bi eşkere nîşan da. Beriyan van geşedanan demekî kurt, qeyûm li şaredariya Stenbol-Esenyûrtê jî hate tayînkirin û hate xwestin ku tifaqa di navbera CHP û DEM Partiyê de xira bibe.

Niha ti kes gumanê nake ku nîqaşên pêvajoya qaşo bi seremoniya 1’ê Cotmehê ya Devlet Bahçelî destpê kirî, di cewherê xwe de lîstokeke nû ya AKP-MHP’ê ye. Lê belê, 1’ê Cotmehê li Meclîsê meşa Devlet Bahçelî ya ber bi rêzên DEM Partiyê ve çiqasê kelecan çêkirbû. Hin mirov ji kelecanê şaş bûbûn, hin jî pir kêfxweş bûbûn. Li ser van bûyerên qewimîn, çi qasê tişt hatin gotin û nivîsandin! Di carekê de hate jibîrkirin ku bi sîstema tecrîd û êşkenceyê ya Îmraliyê ya qasî 26 salan, bi deh hezaran mirovên Kurd hatin qetilkirin û ew qasê jî di zindanan de hene. Ji aliyê şefên faşîst-qirker ve jî ji nişka ve xwişk-biratiya Kurd û Tirkan hate bîra her kesî.

Niha ber bi navîna meha Mijdarê ve, bê guman evane hemû hatin jibîrkirin. Li şûna van, qeyûmên ku li şaredariyan hatine tayînkirin û berxwedana gelên Êlih, Mêrdîn, Xelfetî û Esenyûrtê ya li dijî van qeyûman, bi cih bû. Wisa ku, sankî tayînkirina qeyûm li Kurdistanê bû destpêka pêleke nû ya serhildanê. Li kolanan jin û gel dimeşin, li kolanên din jî ciwan li dijî polîsan şer dikin. Bajarên Kurdistanê bi serhildana lêgerîna maf a aktîf, car din bedew dibe. Li gorî xuya dibe, ji rêveberî û hevşaredarên DEM Partiyê heta ciwanên li kolanan, her kes bi biryar e. Wisa dixuyê ku heta qeyûm tê şandin, şaredarî ji dagirkeriyê tê rizgarkirin wê serhildana navborî nesekine.

Bê guman wisa çêbibe jî, her çendî derketibe holê ku seremoniya 1’ê Cotmehê lîstokeke nû ye û maskeyê hîlekaran zû ketibe jî, hewldana lîstokeke wiha nîşan dide ku faşîzma AKP-MHP’ê di rewşeke çiqas zor û bêçare de ye. Hîlekariyeke wiha hema ji nişka ve derneket holê. Berevajî, di encama têkçûna êrîşa deh salan a “Plana Çalakiyê ya Têkbirinê” de, pêk hat ku ev plan di 30’ê Cotmeha 2014’an de hatibû qebûlkirin. Yanî Berxwedana Îmraliyê ya dîrokî ya Rêber Apo, berxwedana lehengane ya Gerîlayên Azadiya Kurdistanê û asta pêşketina pratîka salekê ya Pêngava Azadiyê ya Kûreyî ku 10’ê Cotmeha 2023’yan hate îlankirin, rêveberiya AKP-MHP’ê ya faşîst neçar kir ku serî li lîstokeke wiha bide. Yanî têkoşîn û berxwedan bi ser ket. Divê mirov vê yekê bi xurtî destnîşan bike.

Ketina maske, yanî ji kêliya destpêkê ve plana lîstoka nû ya faşîzma AKP-MHP’ê û qeyûmên nû yên li şaredariyan hatin tayînkirin, Kurd û dostên wan ên li her qadê bi hêrs kirine. Em vê yekê bi rengekî herî eşkere di pêla serhildana girseya Bakur de dibînin ku berê dihat rexnekirin ku ‘çalakiyên wan lewaz in’. Dîsa em di meşên domdar ên gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de dibînin. Helbet bi rengekî herî eşkere jî em di çalakiyên Kurdan û dostên wan ên li derveyî welat de, dibînin. Ji bo Pêngava Azadiyê ya Kûreyî hîn bi bandortir bê pêşxistin û belavî her qadê bibe, tam seferberiyek tê meşandin.

Roja Şemiya borî, li Marsîlyayê bi deh hezaran kes daketin kolanan û daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Apo kirin. Roja Yekşemê jî, Kurd û dostên wan ên li Îngilistanê bi heman dirûşmeyan kolan tejî kirin. Li gelek qadên din jî çalakiyên heman, di nûçeyan de hatin dîtin. Niha Kurd û dostên wan ên li seranserî Ewropayê, xwe amade dikin ku 16’ê Mijdarê roja Şemiyê kolan û qadên Kolnê tejî bikin. Kurd û dostên wan ên ku 17’ê Sibatê li Kolnê dîrok nivîsandin, 16’ê Mijdarê jî ji bo jinûve li Kolnê dîrokê binivîsin di seferberiyê de ne û dixebitin. Bi çalakiya 17’ê Sibatê ya li Kolnê re Pêngava Azadiyê ya Kûreyî gihiştibû lûtkeyê. Qonaxa yekemîn, bi vî rengî hatibû temamkirin. Niha bi çalakiya 16’ê Mijdarê re Koln wê car din Pêngava Azadiyê ya Kûreyî bigihîne lûtkeyê û wê nîşanî dost-dijmin her kesê bide ku qonaxa duyemîn li ser xeta serketinê dimeşe.

Her kes dizane ku, Kurd û dostên wan ên li Ewropayê pir bi zane û rêxistinkirî ne. Hîn zêdetir weke pêdivî û encameke vê, pir zêde dilsozê Rêber Apo ne. Heta niha ji her alî ve pêşengî ji Pêngava Azadiyê ya Kûreyî ya ku azadiya fîzîkî ya Rêber Apo armanc dike re kirine. Niha jî wê mîsyona vê pêşengiyê, roja 16’ê Mijdarê bi tejîkirina kolanên Kolnê pêk bînin. Bi vî rengî wê di Pêngava Azadiyê ya Kûreyî de, pêvajoya ber bi serketinê ve bidin destpêkirin. Her kes, em hemû bi dil û can ji vê yekê bawer dikin. Bi baweriyeke wiha jî, em bang ji 7’ê heta 70 salî li hemû Kurd û dostên wan ên li Ewropayê dikin ku roja 16’ê Mijdarê biherikin Kolnê. Em bawer dikin ku wê silava Rêber Apo bi vî rengî pêşwazî bikin û silavên xwe jî, bi girseyî bişînin.

Hem nediyare jî. Eger îrade û helwesteke xurt li Kolnê bê raberkirin û bi sed hezaran kes bi rengekî coş xwedî li Rêber Apo derkevin, dibe ku li Îmraliyê pêşî li hevdîtinên nû vebike. Hetta dibe ku pêvajoya azadiya fîzîkî ya Rêber Apo jî bide destpêkirin. Ma çima nebe? Eger wiha neyê kirin, yanî ji bo ku Rêber Apo rol bilîze şert û mercên guncaw neyên afirandin, wê demê ma ne eşkere ye ku Tirkiye wê ber bi karesatên hîn mezintir ve biçe? Rewşa şer a li herêmê zêde bûye û belav bûye, gelo ma asta Şerê Cîhanê yê Sêyemîn vê yekê bi rengekî pir eşkere nîşan nade? Gelo di vê rewşê de mane eşkere ye ku tenê Rêber Apo dikare Tirkiyeyê rizgar bike? Gelo ma nayê dîtin ku her kesê li Tirkiyeyê dijî her ku diçe vê rastiyê hîn zêdetir fêm dike?

Rastiya ku roja 1’ê Cotmehê Devlet Bahçelî neçar kirî ku li Meclîsê berê xwe bide sirên DEM Partiyê û destê wan bigire, ev bû. Êdî yan wê rol bê dayîna Rêber Apo, piştgiriya Kurd bê girtin û bi vî rengî Tirkiye wê ji karesata heyî bê rizgarkirin, yan jî zihniyet û siyaseta dijminê Kurd wê Tirkiyeyê ber bi karesatên hîn mezintir ve bibe! Ji bo Tirkiyeyê rêyên ji vê cudatir nînin. Rêveberiya heyî karesata ku Tirkiye kiriye nav de, êdî dibîne. Bila şaş neyê fêmkirin, em ne di qenaatê de ne ku wê wisa pir hêsan be; lê em ji ku dizanin, we ji nişka ve dît ku afirênerên karesatê bên îmanê û xwe ji hîn zêdetir xirabî kirinê, dûr bikin! Helbet ne pêkan e ku tişteke wiha ji ber xwe ve çêbibe. Tiştên bi vî rengî encex, hêza têkoşînê ya gelan dikare ava bike. Wê demê çima hêza gelên ku li Kolnê kom bibin, pêşketinên wiha neafirînin? Ma çima tu jî nebî yek ji wan kesên ku bi vî rengî dîrokê dinivîsin? Wê demê dîrokê rast bixwîne, rewşa heyî baş bibîne û ji bo nivîsandina dîrokê beşdarî mîtînga Kolnê ya 16’ê Mijdarê bibe!

Çavkanî: Yenî Ozgur Polîtîka