Li Kobanê perwerdeya zimanê Kurdî ya dayîkan bi dawî bû

Li Kobanê perwerdehiya zimanê Kurdî ya 45 rojî ya dayikan bi dawî bû û bi kelecan karneyên xwe girtin.

Li gundê Gewrik Hebîb a Kobanê perwerdehiya zimanê Kurdî ya 45 rojan ya dayikan bi dawî bû. Ji bo dayikan bernameya kerneyan hate lidarxistin. Di bernameya kerneyan de ji bo giyanên tevahî cangoriyên azadiya Kurdistanê deqeyek rêz hat girtin. Piştre endamê Komîteya Perwerdehiyê ya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Mihemed Muslim têkildarî girîngiya zimanê Kurdî axivî û got: “Dijmin beriya her tiştî êrîşê li ser ziman dike û dixwaze ziman tune bike. Ji ber vê yek em li gund perwerdehiya zimanê Kurdî ji bo dayikan didin.”

Rêveberiya Şaredariya Navçeya Til Xezalê Narîn Firat jî nêrînên xwe anî ziman û got: “Ev ziman bi keda Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatiye vejînkirin. Dijmin hewl dide bi rêya ziman civakê tune bike. Têkoşîna li hemberî vê yekê ew e ku em zimanê xwe bixwînin û dayikên xwe hînî xwendin û nivîsandinê bikin.“

Piştî axaftinan zarok derketin li ser dikê û stranên xwe diyarî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û gerîlayên azadiyê kirin.

Di dawiya bernameyê de dayikên tev li perwerdehiya ziman bûne kerneyên xwe girtin.