Li Kobanê li dijî xiyanet û dagirkeriyê kon hate vedan

Di çarçoveya banga seferberiyê de ya rêxistinên ciwanan, ku beriya niha bi demekê hatibû kirin, li navçeya Şêranê ya Kobanê kon hate vedan û êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk û xiyaneta PDK'ê hate şermezarkirin.

Li navçeya Şêranê ya Kobanê, îro li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker û hevkariya PDK'ê ya bi dagirkeriyê re kon hate vedan. Ji Kongreya Star, Saziya Çand û Hunerê ya Baqî Xido û partiyên siyasî gelek kes tevlî çalakiyê bûn.

Konê çalakiyê bi wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û alên Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jin ên Ciwan hate xemilandin.

Piştî deqeyeke rêzgirtinê ya ji bo bîranîna şehîdan, bi navê çalakgeran Firyal Temî daxuyaniyek da.

Firyal Temî bal kişand ser seferberiya ku bi pêşengiya tevgerên ciwanan ve beriya 20 rojan hate ragihandin û anî ziman ku ciwan deyndarê gerîla ne.

Endama Yekîtiya Jin ên Ciwan Firyal Temî diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker bi çekên qedexekirî yên kîmyewî êrişî gerîla dike, PDK jî piştgiriya dagirkeran dike û êriş şermezar kir.

Firyal Temî got, divê her ciwanek tevlî seferberiya li dijî dagirkerî û xiyanetê bibe û got, "Em ji vê derê heta çiyê, gerîla silav dikin."

Çalakiya kon wê 2 rojan dewam bike.