Li Kobanê li dijî êrîşên dewleta Tirk meşek hate lidarxistin
Li navçeya Qineyê ya Kobanê ji bo şermezarkirina êrîşên dewleta Tirk a dagirker û silavkirina berxwedana gerîlayan meşek hate kirin.
Li navçeya Qineyê ya Kobanê ji bo şermezarkirina êrîşên dewleta Tirk a dagirker û silavkirina berxwedana gerîlayan meşek hate kirin.
Meclisa navçeyê Qineyê xwepêşandanek orgenîze kir. Bi sedan şêniyên navçeyê, endamên Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) û nûnerên saziyên sivîl tev li xwepêşandanê bûn. Beşdaran wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hildan.
Beşdar ji pêşiya navenda meclisa Qineyê ber bi gundê Hemîdaş ve meşiyan û berxwedana gerîla û Îmraliyê silav kirin.
Li ber çerxerêya gund meş rawestiya û veguherî mîtîngê. Di mîtîngê de hevseroka meclisa Qineyê Sûad Elemdar axivî û diyar kir ku beriya 44 salan û ta roja îro şervanên tevgera rizgariyê ya Kurdistanê li çiyayan li ber xwe da, da ku gelê Kurd bi rûmet bijî. Sûad destnîşan kir ku tevî ku dewleta Tirk û dewletên cîhanê hewl didin şoreşa wan têk bibin, lê belê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nehişt ew yek pêk were.
Sûad îşaret pê kir ku şerê li dijî gerîla li çiyayên Kurdistanê bi tevahî cureyên çekan û yên qedexekirî tên bikaranîn.
Sûad di dawiya axaftina xwe de anî ziman ku gelê Kurd dê bi saya berxwedana gerîla bi ser bikeve.
Ji bo piştgiriya berxwedana gerîla ya li hemberî êrişên dewleta Tirk ên li dijî Başûrê Kurdistanê û ji bo redkirina biryara rêveberiya Emerîkayê ya li dijî 3 pêşengên tevgera rizgariyê ya Kurdistanê rêzeçalakî li herêmê li dar dikevin.
Bi heman armancê li navçeya Şêran a li rojahilatê Kobanê roja pêncşemê xwepêşandanek hat lidarxistin û şêniyan diyar kir ku ew êrişên dewleta Tirk red dikin û piştgiriya gerîla dikin.