Li Kobanê greva birçîbûnê destpê kir
Li Kobanê bi beşdarbûna 70 kesî greva birçîbûnê ya bi armanca bidawîkirina tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û piştgirîdayîna çalakiya Parlamentera HDP’ê Leyla Geven destpê kir.
Li Kobanê bi beşdarbûna 70 kesî greva birçîbûnê ya bi armanca bidawîkirina tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û piştgirîdayîna çalakiya Parlamentera HDP’ê Leyla Geven destpê kir.
Piştî Qamişlo, Girkê Legê û Çilaxa îro bi dehan welatiyên Kobanê bi pêşengiya Kongrtea Star bi sirûda “Em ê sîstema Îmraliyê hilweşînin, bi Rêbertiya xwe re azad bijîn’ bi 70 kesî li pêşiya Navenda Hunerê greva birçîbûnê ya ji bo bidawîkirina tecrîda li dijî Ocalan û piştgirîdayîna çalakiya Leyla Guven hate destpêkirin. Greva birçîbûnê wê 4 rojan bidome.
Di çalakiyê de daxuyanî hate dayîn û hate gotin: “Rêber Apo pêşengê ruhê heqîqetê yê gelan e.” Hate diyar kirin ku wê gelê Kurd tecrîda li dijî rêberê xwe tu caran qebûl neke.