Li Kobanê Cejna Zimanê Kurdî hat pîrozkirin

Li Kobanê Cejna Zimanê Kurdî bi coşek mezin hat pîrozkirin. Di axaftinên li pîrozbahiyê hatin kirin de hate gotin; “Me bi şoreşa Rojava hebûn û zimanê xwe ji qirkirinê rizgar kir.”

Li Kobanê bi têvlîbûna bi sedan Mamoste, endamên Rêveberiya Desteya Perwerdeyê, nûnerên partiyên siyasî, endamên saziyên sivîl ên Herêma Firatê û xwendevan û şêniyên herêmê Cejna Zimanê Kurdî hat pîrozkirin.

Qada pîrozbahiyê bi wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û pankartên bi nivîsa “Civaka ku xwe gihandî ziman bûye xwediyê serdema bi hêz û jiyan” hatibû xemilandin.

Pîrozbahî li Dibistana Şehîd Azad bi deqeyek rêzgirtina ji bo tevahî cangoriyên Tevgera Azadiya Kurdistanê destpêkir. Piştî rêzgirtinê li ser navê Desteya Perwerdeyê Bekîr Ceradê axivî.

Ceradê Cejna Zimanê Kurdî li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û gelê Kurd pîroz kir û wiha domand, “Em vê rojê li nifşên nû yên ku bi zimanê dayîkê dixwînin û dinivîsin pîroz dikin. Em di rewşek wiha de ne ku her kes dixwaze zimanê Kurdî ji holê rake. Dewleta Tirk bi şerê taybet ya li ser ciwanan dixwaze ciwanan ji ziman û çanda wan dûr bixe. Ji ber ve yekê divê em her tim ji bo parastina zimanê Kurdî di nav têkoşînê de bin.”

Piştre li ser navê Zanîngeha Kobanê Şêrîn Mislim axivî û got, “Em niha bi zimanê Kurdî diaxivin û heta xwendina asta bilind jî bi zimanê Kurdî tê dayîn. Ziman hebûn û nasname ye. Dijmin dixwaze bi êrîşên li ser zimanê Kurdî, zimanê me ji holê rake. Ji bo me 15’ê Gulanê Roja Zimanê Kurdî pîrozkirin û bi zimanê xwe axaftin xeyalek bû. Me bi şoreşa Rojava hebûn û zimanê xwe ji qirkirinê rizgar kir.”

Piştî axaftinan ji aliyê Koma stranê ya Peymengeha Şehîd Vejîn û Peymangeha Şehîd Zozan stran hatin pêşkêşkirin. Ji navçeya Qinê koma dîlanê jî hatibû vexwendin, vê komê jî bi dîlanên xwe reng da pîrozbahiyê.

Her wiha ji xwendevanên serkeftî re xelat hatin dayîn. Ji Navenda Çand û Hûnera Baqî Xido hûnermend Ehlam stranên xwe yên di çarçoveya Cejna Zimanê Kurdî pêşkeş kir û piştre mamosteyê zimanê Kurdî Mehmûd Misto helbest gotin. Pîrozbahî bi kêliyên rengîn ve bi dawî bû.