Li Kobanê bi hezaran kesan dewleta Tirk protesto kirin
Li hemberî êrîşên dagirker ên dewleta Tirk li Kantona Kobanê bi hezaran kes meşiyan.
Li hemberî êrîşên dagirker ên dewleta Tirk li Kantona Kobanê bi hezaran kes meşiyan.
Ciwanên Partiya Sûriyeya Pêşerojê ya li herêma Firatê bi beşdariya Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê, Yekitiya Jinên Ciwan û bi sedan şêniyan xwepêşandanek li dijî sûcên dewleta Tirk a dagirker ên li ser gelê Kurd ê li Bakurê Kurdistanê, li têketina Sirînê ya li başûrê Kobanê li dar xist û ber bi navenda bajêr ve ketin rê.
Sûcê herî dawî jî, şêwazê radestkirina hestiyên şehîd Hakan Arslan ji bavê wî Elî Riza re bû. Hakan Arslan sala 2016'an li navçeya Sûra Amedê di dema berxwedana xwerêveberiyê de şehîd bû. Beşdaran wêneyên bavê şehîd Hakan Arslan bilind kirin ku tûrekî hildigire û tê de hestiyên kurê wî yê şehîd hene.
Piştî xwepêşandêr gihaştin qada Şaredariya Gel a li navçeya Sirînê daxuyaniyek ji hêla endama Ciwanên Partiya Sûriyeya Pêşerojê Nadiya Agasî ve hate xwendin.
Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku dewleta Tirk a dagirker hewl dide xewna xwe ya Osmaniyan vegerîne û ji bo wê gel topbaran dike û demografiya herêmê diguherîne.
Di dawiyê de kiryarên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî gelê herêmê hatin şermezarkirin.
Li aliyekî din jî serokê Meclisa Giştî ya Partiya Sûriyê Pêşerojê li herêma Firatê Ferhan Hec Îsa sûcên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmê û welatiyên wê şermezar kirin.
Hec Îsa wiha domand: "Bi dehan welatiyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di oxira yekitiya xaka Sûriyeyê de canê xwe da. Zilm û zor qebûl nekirin. Ji ber wê dewleta Tirk a dagirker dizane ku êdî dirûşma ‘Şerê gel ê şoreşgerî’ bûye armanca welatiyên herêmê."
Hec Îsa soz da ku ew di projeya xwe ya demokratîk de berdewam bikin û wê li dijî hemû kesên hewl didin tevliheviyê li herêmê çêkin, bisekinin.
Xwepêşandan bi dirûşmeyan bi dawî bû.