Li Kobanê 29 şehîd hatin bibîranîn

Ji bo 29 endamên Hêzên Têkoşîna Li Dijî Hişbirê yên di êrîşa hewayî ya dewleta Tirk a dagirker de şehîd bûne, find hatin vêxistin.

Dewleta Tirk a dagirker duh Akademiya Têkoşîna Dijî Hişbirê ya li Dêrikê bombebaran kir. Di encamê de 29 endamên Hêzên Têkoşîna Dijî Hişbirê şehîd bûn.

Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê ji bo 29 şehîdan find li qada Jina Azad vêxistin û çalakiyek li dar xist. Çalakî bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir. Piştre endamê Meclîsa Malbatên Şehîdan Mihemed Mihemed daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de hate gotin: “Ji destpêka Şoreşa Rojava ta roja îro bi hevkariya dewletên navneteweyî re êrîşên cur bi cur li ser herêmê hene. Weke tê zanîn dewleta Tirk bi desteka hêzên navneteweyî Girê Spî û Serêkaniyê dagir kirin. Vaye bi rojan jî êrîş dike û  nabêje ev Kurd e, Ereb e, Asûr an jî Suryan e. Lê em ê bi yekitiya xwe bi ser bikevin."

Bîranîn bi dirûşma “Şehîd namirin” bi dawî bû.