BI DÎMEN

Li Kantona Firatê bi wesîleya 4’ê Nîsanê rêzeçalakî hatin lidarxistin

Li navçeyên Şêranê, Sirînê û Qada Jina Azad a Kantona Firatê bi wesîleya 4’ê Nîsanê roja Rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çalakiyên cur bi cur hatin lidarxistin.

4'Ê NÎSANÊ

Li Kantona Firatê bi wesîleya 4`ê Nîsanê roja Rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan rêzeçalakî hatin lidarxistin.

Di vê çarçoveyê de li navçeya Sirînê ji bo zarokên şehîdan şahî hat lidar xistin. Şahiya li navçeya Sirînê bi amadebûna bi sedan zarokên şehîdan bi deqeyekê rêz destpê kir. Di çalakiyê de zarokan bênavber dirûşmeya “Bê Serok Jiyan Nabe” berz kirin. Her wiha di çalakiya ku zarokan wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hildan de govend hatin gerandin û stran hatin stirîn.

Di heman wextê de li bajaroka Til Xezalê ya bi ser navçeya Şêranê jî bi wesîleya 4’ê Nîsanê şahiyek hate lidar xistin. Di şahiyê de govend hatin gerandin û stran hatin gotin. Piştre çalakiya li vir bi guhdarkirina analîzên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi dawî bû.

Her wiha li Qada Jina Azad bi pêşengiya Tevgera Ciwanên Şoreşger pêşengeha Wêneyan a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate lidarxistin.