Li Idlibê xwepêşandan: Tirkiye me bi bêdeng dikuje

Welatiyên Idlibê yên li dijî sûcên leşkerên Tırk daketin kolanan bi gotina: ‘Tirkiye me bi bêdeng dikuje’ hovîtiya dewleta Tirk şermezar kirin.

Leşkerên Tırk ên li herêmên Sûriyeyê ku dagirkirine sûcên der mirovî dewam dike. Leşkerên Tırk duh li herêma Cisr eş Şûgûr a Idlibê Mûstefa El Cûndî yê 60 salî kuşt.

Welatiyên Idlibê ji bo protestokirina êrîşa dewleta Tirk daketin kolanan. Idlibiyên daketin kolanan, gotin; ‘Tirkiye me bi bêdengî dikuje’, Tirkiye protesto kirin

.