Li Hesekê ji bo 134 şehîdan merasîma bîranînê hate lidarxistin

Li bajarê Hesekê yê Rojavayê Kurdistanê ji bo 134 kesên ku di mehên Mijdar û Kanûnê de şehîd bûbûn, merasîmek hate lidarxistin.

Meclîsa Malbatên Şehîdan a Hesekê ji bo 134 kesên ku di mehên Mijdar û Kanûnê de şehîd bûn, li salona Reşo ya Mişêrfê merasîmeke bîranînê lidar xist.

Bi dehan malbatên şehîdan, endamên saziyên sivîl û leşkerî beşdarî bîranînê bûn.

Endama Meclîsa Malbatên Şehîdan Rojda Ehmed di merasîmê de axaftinek kurt kir û got: “Sala 2022’an saleke tije astengî bû. Lê belê bi berxwedana hêzên me yên leşkerî û şehîdên ku em îro wan bi bîr tînin, me ev astengî derbas kirin.”

Rojda Ehmed destnîşan kir, ku dewleta Tirk çiqasî êrîşên xwe zêde bike jî wê negihêje armanca xwe.

Endamê Meclîsa Leşkerî ya Herêma Cizîrê Ebdulsetar Ehmed diyar kir ku, şehîdan ji bo gel bi azadî û aştiyê bijîn berdêlên giran dan.

Ehmed soza şopandina rêya şehîdan heta rizgarkirina herêmên dagirkirî da.

Di bîranînê de sînevîzyona bi dîmenên 134 şehîdan hatî amade kirin, hate nîşandan.