Li Hesekê 2 çeteyên DAÎŞ’ê hatin kuştin

Li Çiyayê Kizwan yê gundewarê Hesekê di encama operasyona hêzên HATˊê yên girêdayî Hêzên Ewlekariya Hundirîn de 2 çeteyên DAÎŞˊê hatin kuştin û 2 jî hatin girtin.

OPERASYONA HAT'Ê

Navenda Ragihandin û Çapemeniya Hêzên Ewlekariya Hundirîn ragihand ku piştî şopandina fireh û komkirina agahiyan der barê tevgerên şaneyên terorîst de hêzên wan agahiyên piştrast li ser êrîşên terorîst ku rêxistina DAÎŞˊê hewl dide bi rêya endamên xwe yên xwekuj li Hesekê pêk bîne, bi dest xistin.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn anî ziman ku çete ji herêmên Idlibê yên di bin serweriya çeteyên dewleta Tirk a dagirker de hatine û got: “Hêzan cihên veşartina wan çeteyan nas kirin. Wan xwe li mêvanxaneyeke taybet a rêxistina DAÎŞˊê li herêmeke bilind a çiyayê Ebdulezîz veşartibû.

HATˊê îro bi ser cihê wan de girt, çeteyan gule avêtin. Di encamê de pevçûn çêbû. Bi wê re çeteyek neçar ma xwe biteqîne û yek din jî di pevçûnê de hate kuştin. Her wiha 2 çeteyên din jî li gel çeken xwe hatin girtin.”

Li gorî navendê çekên hatin desteserkirin ev in; 2 klaşînkov, 11 cercorên klaşînkov, 7 dabance û tivingek.