Li herêma Firatê ji ber şînê liv û tevger sekinî

Li herêma Firatê dibistan, dikan û tevahî saziyên Rêveberiya Xweser ji ber şînê hatin girtin.

Ji 4’ê Cotmehê ve êrîşên dewleta Tirk a dagirker li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi awayekî hovane didome.

Dewleta Tirk a dagirker herî dawî êrîşî akademiya Endamên Hêzên Têkoşîna li Dijî Madeyên Hişbir kir û di encamê de 29 endamên wan şehîd bûn.

Rêveberiya Xweser jî ji ber şehadeta 29 Şehîdan 3 roj şîn raghand.

Ji ber şînê jî tevahî dikan, dibistan, saziyên herêma Firatê hatin girtin. 

Di nava bajêr de tevahî çûn û hatin ji ber şînê hatin rawestandin.

Her wiha dikan, dibistan û tevahî saziyên Rêveberiya Xweser ji ber şînê hatin girtin.