Li Herêma Firatê 3 jinên têkoşer hatin bîranîn

Jinên herêma Firatê êrişên dewleta Tirk a li Helincê pêk anî bû şermezar kirin û gotin, “Wek jinên ciwan em ê erka tolhildanê hildin ser milên xwe û heya dawiyê soza têkoşînê didin.”

Artêşa Tirk a dagirker di 23’ê Hezîrana 2020’an de bi balafirek bê mirov a biçek li dijî mala jina siyasetmedar Emîne Weysî ya li gundê Helincê yê Herêma Firatê êriş pêk anîbûn. Di encama êrişê de jinên têkoşer Zehra Berkel, Hebûn Mele Xelîl û Emîne Weysî Şehîd bibûn. Bi wesîleya salvegera şehadeta jinên têkoşer îro li Herêma Firatê bi pêşengiya Kongreya Star bi dehan jin meş li dar xistin. Meş ji benda kontrolê ya navçeya Şêranê dest pê kir û heya Helincê li cihê komkujî pêk hat dewam kir.

Jinan li cihê ku komkujî pêk hat wêneyên her sê jinên têkoşer hildan û daxuyanî dan. Di daxuyaniya ku soza tolhildanê hat dayîn de deqeyek rêz hat girtin.

Li ser navê Jinên Ciwan Hebûn Mihemed her sê jinên têkoşer bi bîr anî û wiha got, “Armanca êrişên dewleta Tirk têkbirina vîn û hêza jinan e. Lê divê bê zanîn ku jin îro ji doh bi hêztirin. Li eniyên pêş li dijî dagirkeriyê li ber xwe didin. Ji ber jinên Kurd li her qadê pêşengiyê dikin, ev yek bi zora dijmin diçe. Dixwazin hêza jinê bişkînin. Lê em soz didin ku bi hezaran jin wê şopdarê xeta her sê şehîdên şoreşger bin. Em dijminê xwe baş nas dikin û wek jinên ciwan em ê erka tolhildanê hildin ser milên xwe û heya dawiyê soza têkoşînê didin."

Piştî daxuyaniyê jinan her sê jinên têkoşer li cihê bûyerê bi bîr anîn.