Li hemberî êrîşên dagirker li Kobanê piştgiriya gerîlayan hate kirin

Li hemberî êrîşên ku dewleta Tirk li hemberî Herêmên Parastinê yên Medyayê dabû destpêkirin, li Kobanê ji bo piştgiriya gerîlayan gel meşiya.

Meş ji aliyê meclisa navçeya Kobanê ve hat organîzekirin. Bi sedan şênî, nûnerên partiyên Kurd û endamên saziyên sivîl û leşkerî tev li meşê bûn.

Di meşê de wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan, pankartên "Bijî berxwedana her sê azadîxwazan", "Bi rihê berxwedana Garê dê Bazên Zagros û Xabûrê bi ser bikevin” hatin hildan.

Meş ji Qada Jina Azad ve dest pê kir û ber bi qada Aşitî ve domiya. Di meşê de dirûşmeyên silavkirina berxwedana gerîla hatin berzkirin. Meş li qada Aşitî veguherî mitîngê.

Di mitîngê de bi navê meclisa navçeya Kobanê Osman Îsmaîl wiha axivî: "Dewleta Tirk xeyal dike ku jinûve serdema Osmaniyan vejîne. Ji ber wê jî dixwaze Rojhilata Navîn parçe bike da ku dagir bike. Divê her kes baş zanibe ku dewleta Tirk ji herêmên ku dagir kiriye, dernakeve"

Osman Îsmaîl anî ziman ku li çiyayên Kurdistanê, li hember êrişên dewleta Tirk a faşîst berxwedaniyeke dîrokî ji aliyê hêzên gerîla ve tê kirin.

Îsmaîl diyar kir ku hêzên gerîla destek da ku mezintirîn rêxistina terorîstî DAIŞ`ê di Kobanê de bi bin bikeve û gerîla îro jî li çiyayên Kurdistanê li ber xwe dide.

Îsmaîl wiha dawî li axaftina xwe anî: "Divê baweriya me bi hêzên gerîla hebe û divê em bi wan re bin.”