Li Helebê şehîdên Hêzên Ewlekariya Hundirîn bibîr anîn
Endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn Mesûd Yûsif û Mihemd Elî Elo li taxa Şêx Meqsûd a Helebê bi merasîmekê hatin bibîranîn.
Endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn Mesûd Yûsif û Mihemd Elî Elo li taxa Şêx Meqsûd a Helebê bi merasîmekê hatin bibîranîn.
Merasîma ku endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn, şêniyên taxê û endamên saziyên sivîl û partiyên siyasî amade bûn, li taxa Şêx Meqsûd pêk hat.
Piştî deqeyek rêzgirtina leşkerî û şûnde, li ser navê rêveberiya giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Helebê Şêx Mûs Qoco axivî û sersaxî ji malbatên her du şehîdan re xwest.
Şêx Mûs Qoco diyar kir ku her du şehîdan ne tenê parastina taxê dikirin lê belê tev li berxwedana serdemê jî bûn, herduyan jî tu carî dudilî jiyan nekirin û di oxira parastina axa xwe de şehîd bûn.
Qoco teqez kir ku ew dê berxwedana xwe bidomînin heta ku tevahî herêmên ku ji aliyê dewleta Tirk ve hatine dagirkirin, rizgar bikin. Qoco soza şopandina rêya şehîdan da û diyar kir ku ew ê armancên wan pêk bînin.
Endama Meclîsa Malbatên Şehîdan Remziyê Salih jî behsa berxwedana şehîdan û heta gihaştina asta şehadetê kir û destnîşan kir ku şehîdan ji tevahî cîhanê re vîn û girêdana bi axa xwe ve, îsbat kirine û da zanîn ku Malbatên Şehîdan dê berxwedan û têkoşîna xwe berdewam bikin.
Di dawiyê de endama Meclîsa Malbatên Şehîdan Fehîme Henan nasnameya şehîdan xwend û radestî malbatên wan kir.
Her wiha merasîm bi berzkirina dirûşmên dilsoziya bi şehîdan û şopandina rêya wan re, bi dawî bû.