Wezîra Edaletê Belleoubet ji radyoya RMC re axivî û di mijara fikrê dadgeheke navneteweyî de got, "Dibetiyek e ku ji aliyê gelek hempîşeyên min, Wezîrên Karên Hundir û Edaletê ve li Ewropayê tê bilêvkirin."
Wezîr diyar kir, ev nîqaş di nava koma "Vendome" de tê kirin. Di nava komê de bi taybetî Wezîrên Edaletê yên Fransa, Elman, Spanya û Îtalya hene.
Wezîra Edaletê dubare ki ku fikrê dadgeheke taybet ji bo darizandina çeteyên DAÎŞ'ê hîn 'dibetiyek e' û anî ziman, ku dadgeh wê li herêmê bê avakirin, lê ne li Sûriyeyê dibe ku li Iraqê ava bibe.
Wezîra Fransayê diyar kir, tevî vê yekê gelek zehmetî hene û got, "Divê dewleta Iraqê bipejirîne, her wiha di serî de qedexekirina cezayê îdamê divê şert û merc bên afirandin."
Wezîra Fransayê ragihand, avakirina dadgehên bi vî rengî demeke dirêj dixwaze.
Li paytexta Swêd Stockholmê duşemê bi vê armancê civînek pêk hatibû. Swêd û 11 welatên Yekîtiya Ewropayê tevlî civînê bûbûn.