Li Girkê Legê meşa li dijî tecrîdê

Li Girkê Legê rêxistinên ciwanan ji bo protestokirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi meşaleyan meşiyan.

Li Girkê Legê rêxistinên ciwanan ji bo protestokirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi meşaleyan meşiyan. Ciwan li qada Şehîd Xebat a navçeya Girkê Legê kom bûn û pankartên “Gerîla pêşeroj û rûmeta Kurdistanê ye” û “Bê serok jiyan nabe” hildan û ber bi Navenda Çand û Hunerê ya Aram Tîgran ve meşiyan.

Endamê Meclîsa Ciwanan a navçeya Çilaxa Mîlad El Akûb destnîşan kir ku dewleta Tirk a dagirker hewil dide bi rêya girankirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan gelên azad ên ku xwe dispêrin fikirên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan lawaz bike.

El Akûb bi domdarî wiha got: “Her çiqas dewleta Tirk a dagirker hewl bide me lawaz bike û ji Rêberê me dûr bixe em ê ji bo civakeke azad têbikoşin. Em piştgiriya xwe ji berxwedana gerîla re jî teqez dikin, gerîla pêşeroj û rûmeta Kurdistanê û hemû Kurdan e ku ji bo Kurdistanê têdikoşin.”

Di dawiya axaftina xwe de El Akûb got: “Em soza şopandina rêya azadiyê û fikirên Rêber Abdullah Ocalan heta pêkanîna azadiya wî ya fizîkî didin, her wiha piştgiriya xwe ji berxwedana gerîla re ya li dijî hemû curên êrîş û siyasetan teqez dikin.”

Meş, bi dirûşmên “Bijî berxwedana gerîla” û “Bê Serok jiyan nabe” bi dawî bû.