NÛ BÛ

Li gel astengiya polîsan jî gel ber bi mîtînga Amedê ve diherike

Ji bo mîtînga 'azadiyê' ku bi armanca misogerkirina azadiy Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd li Amedê tê lidarxistin, ji gelek bajaran gel bi rê ket, lê li astengiya bi rêk û pêk a polîsan rast hat.

MÎTÎNGA AZADIYÊ

Îro wê li Amedê bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, rakirina tecrîdê û çareserkirina pirsgirêka kurd a bi rêyên demokratîk, li Amedê “Mitînga Azadiyê” bê lidarxistin. Welatiyên dixwazin ji bajarên cuda bên Amedê û tev li mitîngê bibin, li gelek bajaran ji hêla polîsan ve hatin astengkirin.

DERSIM

Şêniyên dixwestin li Dersimê ber bi Amedê ve bên, li Truşmekê ji hêla polîsan ve hatin rawestandin. Şêniyan li dijî astengkirinê bi kornoyên wesayîtên xwe xistin û polîs protesto kirin.

ŞIRNEX

Li navenda Şirnexê û navçeyên wê Elkê, Qileban, Hezex, Basa, Silopiya û Cizîrê jî bi sedan kes ji bo beşdariya mitîngê ketin rê. Welatiyên ku cil û bergên kurdî li xwe kirin, li pêşiya avahiyên partiyê hatin gel hev. Welatî bi çepik, tililî û dirûşman bi rê ketin.

RIHA 

Li navçeya Karakopru ya Rihayê jî bi sedan welatî hatin gel hev û xwestin ber bi Amedê ve bikevin rê. Lê belê partiyî ji hêla polîsan ve hatin astengkirin. Welatiyan jî ev rewş protesto kirin. Parlamenterê DEM Partiyê yê Rihayê Ferît Şenyaşar û şênî li bendê ne.

WAN

Li Wanê jî bi sedan kes li Parqa Îpekê ya li navçeya Rêya Armûşê hatin gel hev. Girseya ku parlamenter û hevşaredar jî di nav de bûn, li parkê li ber stranan govend gerandin. Cil û bergên kurdî yên jinan balê dikişînin û gelek caran dirûşmên “Bîjî Serok Apo” û “Bê Serok jiyan nabe” tên berzkirin. Coşa li parqê her ku diçe zêdetir dibe.

AMED

Şêniyên dixwestin ji navçeya Pîranê ya Amedê ber bi navendê ve bên jî ji hêla polîsan ve hatin astengkirin. Polîsan, avahiya DEM Partiyê dorpêç kirin. Destûr nehate dayin wesayîtên li vir bi rê kevin. Welatî jî bi wesayîtên xwe yên taybet ketin rê. Lê belê di derketina navçeyê de careke din hatin sekinandin. Welatiyên dixwazin tev li mitîngê hêj li wir disekinin.

DÎLOK

Gelek kesên dixwestin ji Dîlokê bên Amedê jî hatin sekinandin. Welatiyên hatin pêşiya avahiya DEM Partiyê, daxuyanî dan. Hevserokê Bajar Mehmet Satan anî ziman ku heta ku demokrasî, maf û hiqûq tê welêt, heta ku zindan tên valakirin û azadî û aştî pêk tê dê têkoşîna xwe bidomînin. Satan, got: “Dilê me li Amedê ye.”