Li Ezazê li şûna Lîreyê Sûriyeyê TL tê bikaranîn

Li herêmên cuda yên Sûriye hatîn dagirkirin, dewleta Tirk a xebatên ‘Tirkkirinê’ bilez û bez dikin, li Ezazê bikaranîna lîreyê Sûriyeyê qedexe kirin.

Li herêmên Sûriye ku ji aliyê dewleta Tirk ve hatî dagirkirin, xebatên ‘Tirkkirinê’ hatine zêdekirin.

Dewleta Tirk a beriya niha ku navên cihan guhertin, li cihên ku hatin dagirkirin qeymeqam erkdarkirin û şaxên postanayan vekirin, niha li herêmên mijara gotinê lîreyên Sûriyeyê tên qedexekirin.

Li gorî agahiyên hatin girtin, dewleta Tirk û çeteyên wê li Ezazê biryara qedexeya lîreyê Sûriyeyê girtiye.

Ji bo pêkanînê jî ‘herêma pîlot’ ku Ezaz hatî destnîşankirin, weke gava yekem ewilê banknotên 2 hezarî hatin qedexekirin.

Meclîsa Mihelî ya Ezaz a girêdayî Tirkiyeyê, li Ezaz û gundên derdor Lîreyê Sûriye yê 2 hezarî ku ji aliyê Sûriyeyê ve hatiye erêkirin û belavkirin bikaranîna wê qedexe kir.

‘Serokê Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê’ Abdurrehman Mustefa ê girêdayî Tirkiyeyê roja borî piştî hevdîtina li gel Waliyê Rihayê û şûnde li ser hesabê tevna civak ev gotibû: “Li şûna pereyê Sûriyeyê li Sûriyeyê bonknotên 5, 10 û 20 TL xistine piyaseyê.” Parvekiribû.