Li Eyn Îsa balafirên şer û dron digerin
Dewleta Tirk a dagirker di nava rojê de li Eyn Îsayê ku zarokek bi bombekirinê qetilkir û şûnde niha jî balafirên şer û keşfê digerin.
Dewleta Tirk a dagirker di nava rojê de li Eyn Îsayê ku zarokek bi bombekirinê qetilkir û şûnde niha jî balafirên şer û keşfê digerin.
Li gorî agahiyên ji herêmê hatin girtin, balafirên şer û balafirên keşfê yên bê mirov ên dewleta Tirk li Eyn Îsayê digerin.
Di saetên sibê de balafirên şer ên Tirk gelek gundên herêmê û kampa Eyn Îsa bombe kiribû, zarokê 13 salî qetil kiribû. Hate ragihandin ku bi navber topbarana li herêmê didome.