Li Esenyûrtê dorpêç û berxwedan didome
Derdora Şaredariya Esenyûrtê ya ku hatiye desteserkirin hate dorpêçkirin. Berxwedana gelan didome.
Derdora Şaredariya Esenyûrtê ya ku hatiye desteserkirin hate dorpêçkirin. Berxwedana gelan didome.
Bertekên li dijî girtina Şaredarê Esenyûrt a Stenbolê û tayînkirina qeyûm berdewam in. CHP’ê îro bang kir ku her kes bê pêşiya şaredariyê. Hat ragihandin ku dê 411 şaredarên CHP’ê bên Stenbolê û tevlî daxuyaniya li Esenyûrtê bibin.
Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), jî bang kir ku dê tayînkirina qeyûm bi girseyî were protestokirin. Endamên MYK’a DEM Partiyê îro wê li Rêxistina DEM Partiyê ya Esenyûrtê bicive. Piştî civîna saet di 15.00’ê de jî dê derbasî pêşiya şaredariyê bibin.
Her wiha wê Partiya Karkeran a Tirkiyeyê (TÎP) jî tevlî protestoyan bibe.
Şaredariya Esenyûrtê ku dê çalakiyên girseyî lê bên lidarxistin, ji hêla polîsan ve hate dorpêçkirin. Polîsan bi bariyeran dora şaredariyê girtin.