Serhildanên gelêrî ku bi navê 'Bihara Ereban' tên naskirin, di 17’ê Kanûna 2010’an de bi xwepêşandanên li Tûnisê dest pê kir û piştre li gelek deverên Rojhilata Navîn ên wekî Cezayîr, Lubnan, Urdun, Sûdan, Yemen, Misir û Sûriyê belav bû û di 15’ê Adara 2011’an de li Deraa ya Sûriyeyê dest pê kir. Xwepêşandanên gel, yên ku li seranserê Sûriyê û her wiha Hums û Şamê belav bûn, zû veguherî pevçûnên çekdarî. Kurdên li Sûriyê dijîn, ne aliyê rejîma Esed û ne jî aliyê hêzên din ên paramîlîter ên ku di bin sîwana hêzên navneteweyî de tevdigerin, negirtin. Baskê Kurd ku Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) pêşengiya wê dike, rêya sêyemîn hilbijart û ji bo guhertina vê pêvajoyê weke “Bihara Gelan” dest bi tevgerê kir. Gelên Rojava bi pêşengiya Kurdan rêveberiya xwe ya xweser ava kirin û bi kanton û meclîsan dest bi rêxistinbûnê kirin. Rojava ku bi rêxistinên biçûk dest bi rêxistinbûnê kir, bi pêşketinên ku roj bi roj di her qadê de pêk anî, ji bo Rojhilata Navîn û tevahiya cîhanê bûye modela rêveberiya demokratîk.
ROJAVA LI KU YE?
Ji Rojavayê Kurdistanê re ku biçûktirîn parçeyê Kurdistanê ye ku bûye çar parçe, jê re dibêjin Rojava. Herêma ku bi navê Kurdistana Sûriyê jî tê naskirin, ji Dêrikê heta Efrînê bi qasî 700 kîlometreyî rûbereke ku hima li binê Bakurê Kurdistanê ye. Li herêmê ku piranî Kurd lê dijîn Ermenî, Sûryanî, Asûrî, Ereb, Tirkmen, Êzidî û Durzî jî dijîn. Herêma ku nifûsa wê nêzî 5 milyon e, di dîrokê de ji ber çandiniya xwe ya guncav ya bihêz ji bo Kurdên li parçeyên din ên Kurdistanê dijîn bûye rêgeheke veguhastina demsalî ya domdar. Herêma ku heta sala 2011’an bi pêkanînên şovenîst ên rejîma BAAS’ê re rû bi rû ma, di 19’ê Tîrmeha 2012’an de bi Şoreşa Rojava re xwerêveberî bi dest xist.
DERBASBÛNA PERGALA RÊVEBERIYA KANTONÊ
11 sal berê; yanî bi Şoreşa Rojava ya 19’ê Tîrmeha 2012’an bi pêşengiya Kurdan gelên herêmê bi Rêveberiya Xweseriya Demokratîk re rêxistina xwe ya kantonê ragihandin. Li herêmê di 21’ê Çileya 2014’an de Cizîr, 27’ê Çileya 2014’an Kobanê û 29’ê Çileya 2014’an jî Kantona Efrînê xweseriya herêmê hate ragihandin. Piştre li her sê kantonan xebatên avakirinê bi lez dest pê kirin. Kantona Cizîrê, kantona herî mezin a herêmê ye; Ji 3 bajarên navendî yên wekî Dêrik, Qamişlo û Hesêkê û 12 bajarok û navçeyên biçûk (Girkê Legê, Rimelan, Til Koçer, Çilaxa, Tirbespiyê, Amûdê, Til Berak, Dirbesiyê, Til Temir, Til Hemîs, Hol, Şedadê) pêk tê.
PAYTEXTA ŞOREŞÊ QAMIŞLOYA RENGÎN
Qamişlo ku di nava civaka Rojava de bi navê Qamîşloya Rengîn tê naskirin, weke paytexta şoreşê tê naskirin. Bajarê ku tê gotin navê xwe ji qamîşên derdora Çemê Ceqceqê ku di navenda bajêr re derbas dibe girtiye, heta sala 1926’an bi navçeya Nisêbîn a Mêrdînê re yek bû. Têkiliyên xizmtiyê yên di navbera Qamişlo û Nisêbînê de vê agahiyê piştrast dikin. Li bajarê ku bi taxên xwe yên sereke yên wekî Enteriyê, Hileliyê, Xerbî, Kornîş û Qanatê Swês ku piraniya wan kurd lê dijîn tê naskirin, gelên Ereb, Sûryanî, Asûrî û Ermenî jî dijîn. Debara jiyana bajarê ku bi qasî milyonek kes lê dijîn çandinî û sewalkarî ye, di heman demê de navendeke bazirganiyê ya li herêmê ye. Ji ber Zanîngeha Rojava weke paytexta perwerdehiyê jî tê naskirin.
Li bajarê ku ji aliyê Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ve tê kirin, rêxistinên ewlekariyê yên girêdayî Asûriyan jî hene. Her wiha li bajêr balafirgeh, avahiyên hikûmetê û cihên leşkerî yên girêdayî hikûmeta Şamê hene. Her çend ji ber hin aloziyan dem bi dem di navbera van hêzan de nakokî çêdibin jî, ji ber nêzîkatiya hestiyar a hêzên şoreşger deverek aram û ewle heye.
DÊRIKA HEMKO: BAJARÊ KU 3 PARÇEYÊN KURDISTANÊ LÊ DIBIN YEK
Dêrik an jî Dêrika Hemko, ku 90 km dikeve rojhilatê Qamişloyê, li sêgoşeya Bakur, Başûr û Rojavayê Kurdistanê ye. Tê gotin ku navê bajêr ji peyva kurdî ya "Dêr" hatiye. Dema ku Dêrik di bin dagirkeriya Fransa de bû, ji ber ku çemê Dîcle li kêleka wê diherikî jê re digotin "Navçeya Dîcle." Ji ber rêya derbasbûna demsalî yên di navbera Bakurê Kurdistan û Rojava de ye, wekî 'Bajarê Koçeran' jî tê naskirin. Li bajarê ku piranî Kurd lê dijîn Sûryanî, Ermenî, Asûrî, Keldanî û Ereb jî lê dijîn. Debara sereke ya herêmê hilberîna çandiniyê ya wekî genim, ceh, nîsk, nok û pembû ye û her wiha xwedîkirina sewalan e. Li bajêr gelek bîrên petrolê jî hene. Li ser çemê Dîcleyê gelek pirên dîrokî, şikeft û wargehên wek şikefta Zembîlfiroş, Gundê Hemoker, Pira Romê û Pira Bafê hene.
GIRKÊ LEGÊ-RIMÊLAN
Navçeyên girêdayî hev Girkê Legê û Rimêlan 20 kîlometre dûrî Dêrikê ne. Navçeya ku tê gotin di navbera salên 1934-1938'an de hatiye avakirin bajarekî biçûk bû ku di destpêkê de derdora 15 malbat lê dijiyan. Li her du navçeyan ji bilî Kurd û Ereban Êzidî, Sûryanî û Ermenî dijîn. Her wiha ji ber ku Rimêlan herêmeke petrolê ye, karkerên petrolê yên herêmên din ên Sûriyê jî di nav de dimînin. Rimêlan ku bi xaniyên bi tîpa lojmanan hatiye çêkirin, tê gotin ku bi giranî ji bo xebatkarên petrolê hatiye avakirin. Di hin kolandinên ku li herdu taxan hatin kirin de berhemên dîrokî hatin dîtin. Girkê Legê, ku tê gotin navê xwe ji ‘Leglega li ser girê’ ango leglega ku li ser girê difire digire, niştecihgeheke biçûk e li rex zeviyê petrolê yê Rimêlan. Debara sereke ya navçeyên ku bi erdnîgariya xwe ya kesk jî tên naskirin, çandinî ye.
HINEK WÊDE JÎ ÇILAXA HEYE
Çilaxa ku 50 kîlometran dikeve rojhilatê Qamişlo, di navbera navçeyên Rimêlan û Tirbespiyê de cih digire û bakura wê heta sînorên Bakûrê Kurdistanê dirêj dibe. Navçeya ku beriya salên 1920'î weke wargeh dihat bikaranîn, ji ber ku yek ji navendên bicihanîna projeyên şovenîst ên dagirkeriya Osmanî û piştre rejîma BAAS'ê ye, bûye cihê guhertinên berdewam. Çemê Girê Dêra ku di sala 1978’an de hatibû çêkirin, ji ber ku dewleta Tirk herikîna avê qutkiribû, çandinî dakete asta herî jêr. Li bajêr piranî Kurd û Ereb dijîn.
TIRBESPIYÊ
Tirbespiyê ku dikeve başûrê Qamişlo û rojhilatê Çilaxa, heta sînorê navçeya Nisêbîn a bajarê Merdîn a Bakurê Kurdistanê dirêj dibe. Girê Lêlan 9 kîlometre dikeve başûrê Tirbespiyê, ku tê gotin dîroka wê vedigere 4000 sal berî zayînê, niştecihên herî kevnar e. Tê gotin ku navê wê ji peyvên kurdî yên "Tirbe, gor û Spî” hatiye. Li vî bajarê ji 20 hezar nifûsî, ku navê xwe ji kevirên gorên spî yên aîdî civaka Êzidî digire, ji bilî Kurdên Êzidî Kurdên sûnî, Ereb û Asûrî dijîn.
Ev bajarê ku bi 20 hezar nifûsa xwe bi kevirên gorên spî yên civaka Êzidî hatiye binavkirin, ji bilî Kurdên Êzîdî, Kurdên Sunî, Ereb û Asûrî jî dijîn. Piştî ku Osmaniyan herêm dagir kirine, navê bajêr kirin 'Sancak' û ev der weke herêmeke leşkerî hat bikaranîn. Di sala 1970’î de di bin serweriya rejîma BAAS’ê de navê xwe guhert û kir “El Qehtaniyê.” Bi Şoreşa Rojava re weke Tirbespiyê ji aliyê xwediyên resen ên navçeyê ve bi awayekî fermî hate binavkirin.
Bajarê ku weke navenda bazirganî û aboriyê tê zanîn, ji ber lehiya ku di 28'ê Hezîrana 1962'an de di encamê de 30 kesan jiyana xwe ji dest dan, zirareke mezin dît. Tirbespiyê ku du bendavên bi navê Mizgeft û Maşoqê lê hene, ji bo çandinî û sewalkariyê jî gelek guncaw e. Ew bi 115 gundên xwe yên girêdayî bajêr navenda herî balkêş a jiyana gundewariyê ye.
Wê bidome…